Newroz Uysal: CPT di mijara tecrîdê de cesaretê dide dewletê

  • 10:23 29 Çile 2021
  • Rojane
STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Newroz Uysa li ser serdanên CPT'ê nirxandin kir û got ku divê CPT li cihê  ku îşkenceyê tespît dike cidîtir nêz bibe. Neweroz di berdewamiyê de wiha got, "CPT ji rewşa li Îmralîyê, girankirina tecrîdê û ji girevên birçîbûnê haydar e. Li gel vê rastiya heyî xwebisînorkirina CPT'ê ya tenê hevdîtina bi rayedarên dewletê re û yekalîbûna wê ji bo me mijara rexneyê ye.  Ez dibêjim ku CPT bi vê helwesta xwe cesaretê dide dewletê ku tecrîda heyî berdewam bike."
 
Heyeteke ji Komîsyona Îşkenceyê, Mumameleya Xirab û Cezayê Asteng bike a Konseya Ewropayê (CPT), di navbera 11-25'ê Çileyê de serdana Tirkiyeyê kir. Di dema serdanê de heyeta CPT'ê, li gel raydarên hikûmetê bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) re hevdîtin kir. Lê vê heyetê serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ku tecrîdê lê berdewam dike nekir. 
 
Ji CPT'yê daxuyanî
 
CPT'ê serdanên xwe yên di navbera 11-25'ê Çileyê de ku pêk anîn li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyeke ku da aşkera kirin û got armanca serdana wan, "Lêkolîna me ser muameleya xirab a kesên li tirkiyeyê tên binçavkirin, ewlehiya wan û lêkolîna li ser kesên girtî û rewşa wan a dema girtinê ye."Herwiha heyetê derbarê girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê jî di warê şopandina pêşniyarên xwe yên berê de hin mijar anîn rojevê.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrînê derbarê neçûyîna CPT'ê ya li Îmraliyê de daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de bal kişandibû ser girîngiya serdanên CPT'ê yên li Îmraliyê. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku nêzikatiya CPT'ê tê wateya domandina Pergala Îşkence û Tecrîdê ya li Îmraliyê. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyê neçûyîna CPT'ê şermezar kiribû. Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, ji ajansa me re behsa nêzîkatiya CPT’ê kir. 
 
'Li gorî rapora ku demên borî weşandî tev negeriyaye'
 
Newrozê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdanên CPT'ê ya peryodîk û got: "Heyeta CPT serdana xwe ya sala 2021'an ya peryodîk pêk anî. Çend dîrok û dem aşkera nekiribe ji serdanekî asayî ye. Ev serdan di çarçoveya hiqûqî, mafên mirovan û rawestandina îşkenceyê de pêk tên. Herî dawiyê di meha gulana 2019’an de CPT çû serdan Îmraliyê. Rapora ku derbarê serdanê de jî piştî salek û nîv şûnde di meha tebaxa 2020'an de ji raya giştî re aşkera kiribû. Di rapora xwe de bal kişandibûn ser binpêkirina hiqûqê ya li Îmraliyê. Pergala ku li vir tê kirin wekî îşkence nirxandin û xwestin şert û merc bên guhertin. Her wiha di rapora xwe de çend pêşniyar jî kiribûn. Wekî divê parêzer û malbat biçin hevdîtinê, name divê bên dayîn. Her wiha divê saetên hevdîtinên di navbera birêz Ocalan û hersê muvekîlê me bên zêdekirin. Ji bo rakirina tecrîdê ji çend mukelefiyetê li Tirkiyeyê ferz kirin. Çend mukelefiyet hat ferzkirin jî ji meha îlonê heta îro hevdîtina bi parêzer, malbat û wasî hatin astengkirin. Her wiha mafê telefonê bi hinceta cezayên dîsîplînê hatin astengkirin. Li şûna gotinên CPT'ê bikin tecrît giran kirin. Dema her tişt wisa bi zelalî li holê ye jî CPT, piştî salek û 9 meh şunde tespîta îşkence kiribûn. Ligel vê îsal neçûn serdana Îmraliyê û ev tişt neyînî ye. Li gorî rapora ku demên borî weşandî tev negeriyaye."
 
'Dewlet di warê tecrîdê de cesaretê dide'
 
Newrozê bal kişand ser hevdîtina CPT'yê ya bi rayedarên hukumetê û wiha got:"CPT'yê bi rayedarên hukumetê hevdîtin kir lê belê neçû Îmraliyê. Peywira CPT'yê pêşîgirtina îşkenceyê ye. Lê em dibînin ku şopandineke têr û tije ya CPT'yê tune ye û bandora wê ya guhertinê tune ye. Ji bo îşkence bê astengkirin hevdîtina bi rayedaran normal e. Lê belê tenê hevdîtina bi hukumetê re nîşanî me dide ku bi helwesteke cidî CPT nêz nabe. Haya CPT'yê ji rewşa Îmraliyê, ji grevên birçîbûnê yên li girtîgehan heye. Tevî vê jî CPT'yê tenê bi rayedarên hukumetê hevdîtin kir. Ev yek mijara rexneyê ye. Ev helwest di heman demê de cesaretê dide hukumetê ku tecrîdê dirêj bike. Hevdîtina yekalî nayê wateya ew ê tecrîd bi dawî bibe. Me ev di serdanên 2019'an de jî dît. Em dibînin ku serdana bi tena serê xwe têr nake. Ji ber ew ji cidiyetê dûr disekinin ev jî tê wateya berdewamiya tecrîdê. Me gumanê xwe ya di warê dayina cesareta ji bo berdewamiya tecrîdê me bi raya giştî re parve kir. Em ê bi CPT'yê jî parve bikin."
 
'Peywira CPT'yê pêşîgirtina îşkenceyê ye'
 
Newrozê da zanîn ku hevdîtina CPT'yê ya yekalî dibe sedema berdewamiya sîstema îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê û wiha pê de çû:"Pêşîgirtina îşkenceyê hem peywira CPT hem jî ya dewletên endamên Konseya Ewropayê ne. Divê CPT encamên vê pêvajoyê ji konseyê û ji Dadgeha Mafê Mirovan a endama konseyê ye ragihîne. Hemû dewletên endam ji vê yekê berpirs in. Li ser raporên komîteyê di heman demê li Meclîsa Konseya Ewropayê jî hevdîtin çêdibe. Ya tê nirxandin an jî tê erêkirin. Raporên têkildarî serdana 2019'an de jî li Meclîsa Mayinde ya Konseya Ewropayê hat nirxandin û ji bo Tirkiye hewcedariyên vê raporê bîne cih bang hat kirin. Tevî vê raporê tecrîd bi dawî nebû. Ne tenê Tirkiye dewletên endamên Konseya Ewropayê hemû berpirs in. Çimkî ev ne tenê xebateke bi serê xwe ye. Hewcedariya vê raporê ne qedexeyên nû ne divê tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin bi malbat û parêzeran re pêk werin û îzolekirina di warê şerdên fîzîkî de bi dawî bibin."
 
'Dê di pêvajoya pêşî de hevdîtinên me yên bi CPT'yê re bidomin'
 
Newrozê da zanîn ku ew têkildarî rewşa li Îmraliyê CPT'yê her dem agahdar dikin û wiha got:"Em herî kêm ji 3 meha carekê raporê ji CPT'yê re dişînin. Em rû bi rû jî hevdîtina dikin û ji bo bidawîkirina tecrîdê em bang dikin. Me têkildarî 'biryarên qedexeyê yên dadgeriya înfazê ya nû ya di îlonê de' jî îxbarnameya nivîskî ji CPT'yê re şand û ew agahdar kir. Me herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'î de bi Birêz Ocalan û muwekîlên xwe yên din re hevdîtin kir û piştre ev yek pêk nehat. Me ev jî bi CPT'yê re parve kir. Em ê di rojên pêş de jî têkildarî geşedanên hiqûqî û sedema serdana CPT'yê de raporekê bi CPT'yê re parve bikin. "