Cemîle Çevîk: Yekane bîranîna zarokatiya min Radyoya Erîvanê ye

  • 09:13 29 Çile 2021
  • Rojane
Aynur Aslan
 
WAN - Cemîle Çevîk a di temenê zarokatiyê de hat zewicandin û tundiya sîstematîk a mêr lê hat kirin, piştî veqetandinê rojên xerab li pey xwe hişt.
 
Gelek jin ji ber rolên zîhniyeta serdest ya mêr û rolên zayenda civakî di temenê biçûk de tên zewicandin û bi jiyanek zehmet re rû bir û tên hiştin. Ev jî bi xwe îstîsmar û şîdeta sîstematîk tîne. Di roja îro de hîna jî zewacên di temenê biçûk de didomin û jinên ku zarokatiya xwe najîn, li pey xwe jiyaneke ku nehatiye jiyîn dihêlin. Yek ji van jinan Cemîle Çevîk a 77 salî ya li gundê Alîkelle ya Şax a Wanê dijî. Cemîle di temenê biçûk de tê zewicandin. Cemîle ji ajansa me re tiştên jiyaye vegot.
 
‘Dema zewicîm min tu tiştek nizanibû’
 
Cemîle Çevîk destnîşan kir ku di 16 salî de hatiye zewicandin, barê giran ketiye ser milê wê û ligel şert û mercên zor û zehmet, bi salan rastî heqaret û şîdetê hatiye. Cemîleyê da zanîn ku wê zarokatiya xwe nejiyaye û ji aliyê malbatê ve bi zor hatiye zewicandin. Cemîleyê wiha berdewam kir: “Dema ku keçik dihatin zewicandin ji wan nedipirsîn. Bavê min xwişka min ya 17 salî bi kesekî ku hevjîna wî miribû re da zewicandin. Dema ez zewicîm ez jî pir biçûk bûm. Hefteya ewil a zewacê min nan pijand. Min pez dot, penîr çêkir, li zarokan mêze kir, karê malê kir, xwarin çêkir. Em havîn zivistanê vala nediman. Pir zehmet derbas bû. Min her karek kir lê min beramberê wê negirt. Ez gelek rastî şîdet û heqeretê hatim.”
 
‘Keçikan zarokatiya xwe dijiyan’
 
Cemîleyê bi lêv kir ku di 17 salî de bûye dayik û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hişê min yê niha hebûya ez nedizewicîm. Neviya min niha 20 salî ye lê hîna li ber çavên min zarok e. Wan deman zarokên keç zarokatiya xwe nedijiyan. Her jinekê li mala xwe ji aliyê hevjîn û malbata hevjîn ve şîdet û heqeret didît. Jina dizewicî hemû barê malê li ser piyê wan bûn. Neçarî vê dikirin. Ez 17 salî bûm dayik. Wê demê nexweşxane tunebû, bijîşk tunebû. Jinan di şertên zehmet de zarok dianîn dinê, welîdîn gelek zor derbas dibû. Mezinkirina zarokan zehmet bû. Me bi parçeyek paç zarok girê didan. Wek niha nebû. Me ew paç dişuştin. Her wiha sabûn û tursîl zû zû nedihat dîtin. Pir caran em dayik birçî diman û me pariyê xwe didan zarokên xwe. Lê dem derbas dibe. Di 20 saliya min de 5 zarokên min hebûn. Wê demê barê jinan giran bû. Jinan karên giran dikirin, zêde zarok dianîn dinê. Piştî 45’an jî têk diçin.”
 
‘Me digot belkî hemû cîhan gundê me ye’
 
Cemîleyê destnîşan kir ku mêran jin wek xizmetkar didîtin û ji ber vê jî bar li jinan dihat barkirin û wiha pê de çû: “Wê demê bazirganiya sînorê li Îranê zêde dihat kirin. Ji ber pirsgirêka veguhestinê hebû, kesên dihatin bi rojan li mala me mêvan diman. Barê hewandina mêvanan li ser milê jinan bû. Me gelek zor û zehmetî didît. Heta diçûn me xizmet dikir. Lê êdî ne wek berê ye. Mêvan pir nasekinin. Em ji gund qet dernediketin. Me hemû cîhan gundê xwe dihesiband. Wê demê min jiyana bajar pir mereq dikir lê em tu car neçûn. Piştî erdheja Şaxê xaniyê min zirarek mezin dît. Wê demê demekê li Wanê jiyam. Wê demê min rehetî, ger û jiyan dît.”
 
‘Min gelek dixwest di radyoya Êrîvanê de stranan bêjim’
 
Cemîleyê piştî ku mêrê wê li ser dizewice, diçe cem kurekî xwe û rojên nebaş jî bi dawî dibin. Cemîleyê diyar dike ku yekane bîranîna zarokatiya wê Radyoya Erîvanê ye û got: “Wê demê kêm dengbêj li gundan hebûn. Televîzyon û radyo tunebûn. Li gundê me tenê radyoyek malekê hebû. Wê malbatê bi 6 mîhan ev radyo girtibû. Cîranên me radyo dikirin pacê û radyoya Erîvanê vedikirin. Hemû gundî kom dibûn. Me klamên Eyşe Şan, Karapêtê Xaço, Mihemet Arîf Cizrawî guhdar dikir. Min gelek stran dizanibûn. Piştre min ji bîr kirin. Min gelek dixwest ez jî di Radyoya Erîvanê de stranan bêjim.”