Hunermendên Mêrdînê: Em ê bibin dengê girtiyan

  • 09:03 29 Çile 2021
  • Rojane
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mezobotamyayê ya Mêrdînê Vesîle Yuksel û Qudret Ucuk banga piştevaniyê kirin û gotin: "Li dijî tundî, îşkence û tecrîdê divê em bêdeng nebin û em xwedî li çalakiya girtiyan derkevin." 
 
Di 27'ê Mijdarê de girtiyên PKK'yî û PAJK'î li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Çalakî îro bi koma 13'emîn ket roja xwe ya 64'an. Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya Mêrdînê derbarê çalakiyê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
‘Li girtîgehan tecrîd heye’
 
Vesîle Yukes hunermenda muzîkê û mamosteya Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamya ya Mêrdînê ye. Ew di sala 2017’an de ji ber sedema parvekirinên li ser medyaya civakî hat binçavkirin. Di danişîna yekem de ji ber ku ji pirsa dozger ya dibêje "PKK rêxistinek ya teroreyê?" re dibêje na salek û 10 meh ceza lê tê birîn. Ew bi 2 zarokên xwe re nêzî 2 salan di girtîgehê de dimîne. Di heman demê de ji birayê Vesîle Delîl Tekînê ku karê rojnamegeriyê ji dikir di sala 2010’an de jî ji ber fikra xwe ya siyasî hat girtin û niha ji sirgunê Girtîgeha Tîpa T ya Şakran a Îzmîrê hatiye kirin.
 
'Heqaret li me kirin'
 
Vesîleya ku ji ajansa me re axivî wiha bal kişand ser rewşa girtîgehan: "Ez hunermendim û birayê min ji rojnameger e. Bi awayek bê dad em hatin girtin û hîna jî ew gef berdewam dikin. Her roj tundî, îşkence û binpê kirina mafan diqewime. Ji ber nasnameya xwe tê tecrîdkirin. Dema ku ez hatim girtin nêzîkatiya ku li hemberî min, li hemberî zarokên min û hevalên min ne ji rêzê bûn. Wan tundiyê li ser me didan meşandin. Heqaret li me dikirin.”
 
'Divê em bêdeng nebin' 
 
Vesîle di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pirsgirêka tenduristiya birayê xwe: “Birayê min pirsgirêkên tendirustiyê dijî. Ji bo were tedavikirin me dawazname da lê daxwaza me neanîn cih. Me vê jî bi çapemeniyê re parve kir. Ji ber ku birayê min van gotinan bi me re parvekiriye û me ji daye çapemeniyê ew 6 meh in cezayê hicreyê xwar. Îro ya ku dixwazin bikin ji ev e. Wê îşkenceyê li me bikin û wê me bêdeng jî bikin. Lê divê em bibin dengê girtiyan. Divê em ji bo xwe ji deng derbixin ku îro ne tenê ew em tev de di tecrîdê de ne.”
 
'Em ê bibin dengê çalekiyan’ 
 
Vesîle herî dawiyê wiha got: "Em weke huermend wijdana civakî ne. Em bi hunera xwe jiyanê tînin ziman. Îro bûyerên ku li ser civaka me diqewimin ji bandorek mezin li ser me dike. Em li dijî tundî, îşkence û tecrîdê ne. Em ê heya dawî ji li dijî van yekan têbikoşin. Em ê bibin dengê çalekiyên wan.”
 
‘Em naxwazin êdî êş bikişînin’
 
Hunermend û mamosteya muzîkê ya navenda çand û hunerê Qudret Ucuk ji tecrîta li ser girtiyan weke tecrîta li ser tevahî Gele Kurd nirxand û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em di pêvajoyek zor û zehmet re derbaz dibin. Li aliyekî pandemî, şert û mercên zor yên jiyanê li aliyekî ji îşkence û tecrîda li ser me tê meşandinê ye. Bê guaman ev bandoreke mezin li ser me hunermendan ji dike. Em naxwazin êdî van janan bijîn. Em dixwazin xweşiya erdnîgariya welatê xwe bînin ziman."  
 
‘Em bang li civakê dikin...’
 
Qudret di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa rewşa girtiyan kir: "Di pêvajoya pandemiyê de bi hezaran girtiyên adlî hatin berdan lê girtiyên siyasî rexmê ku gelek ji wan temenê wan mezinin û nexweşiyên wan yên kronîk hebûn ji ne hatin berdan. Di girtîgehan de ne wekhevî heye. Di girtîgehan de tecrît ji heye. Heya kengê ev yek berdewam dike. Bi hezaran kes canê xwe didin. Divê em pişgiriyê bidin çalakiyê. Ev barekê wijdaniye jî. Em bang li civakê ji dikin ji bo ku ev rewş bêhtir berdewam neke ji girtiyan re bibin deng.”