ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 29 Çile 2021
  • Rojev
*Jinên ji Taxa Şêx Meqsûdê li dijî komkujiya Til Rifetê bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Armanca dewleta tirk şikandina hêviya vegera Efrînê ye. Êdî bes e ji dagirkeriyê re. Em azadiya welatê xwe dixwazin. Divê hemû kes li dijî komkujiyên li ser Til Rifatê derkevin."
DÎMEN HEYE
 
*Endama Kongreya Star a bajarê Helebê Sîham Bîlal, derbarê girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û hedefgirtina vîna jinan de nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: "Leyla ji bo me sembola berxwedan û têkoşînê ye. Girtina Leylayê biryarek ne hiqûqî ye. Bi girtina Leylayê re dixwazin destdirêjiyê li ser vîn û azadiya jinan bikin." DÎMEN HEYE
 
*Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Mezobotamyayê ya Mêrdînê Vesîle Yuksel û Qudret Ucuk banga piştevaniyê kirin û gotin: "Li dijî tundî, îşkence û tecrîdê divê em bêdeng nebin û em xwedî li çalakiya girtiyan derkevin." BI DÎMEN 
 
*Zeyneb Ozer ku xwişka wê Besiye Ozer, 25 sal in girtî ye û heta niha 4 caran ketiye çalakiya grevên birçîbûnê wiha dibêje: “Divê ne tenê malbatên girtiyan, lazime ku hemû kes her kes bibe dengê girtiyan. Daxwazên girtiyan daxwazên tevahî Gelê kurd  in.”BI DÎMEN
 
*"Îro ger ku jin di civakê de ne xwedî gotin bin, ne hêz bin, bi sînor faliyetan de bin, sedema wê ev e ku ji dema Antîkîte heta îro ev bi zanebûn hatiye kirin. Tevî ku ji her qada civakê hatiye dûrxistin, di zanistên civakî de jî taybet nehatiye dest girtin. Tevî vê em dikarin bi rehetî vê îfade bikin: Jina ku di her qada civakê de berpirsyariyên xwe girtiye ser xwe û têkoşîna xwe ya hebûnê daye, wê di felsefeya ku wek qada mêran hatiye teşekirin, de zemîna xwe ya îfadekirinê bixwe biafirîne." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Bertekên li dijî nîqaşên girtina HDP’ê didomin. Siyasetmedaran nîqaşên girtinê şermezar kirin û diyar kirin ku daxwaza girtina HDP’ê êrîşek li hember jinan e. BI DÎMEN 
 
*Cemîle Çevîk a di temenê zarokatiyê de hat zewicandin û tundiya sîstematîk a mêr lê hat kirin, piştî veqetandinê rojên xerab li pey xwe hişt. BI DÎMEN 
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Klara Edessa di derbarê qetilkirina Hevseroka Meclîsa bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El- Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr de got di şexsê Hevrîn Xelef de siyaseta jinê, di şexsê Zehra Berkel de xeta jina azad û di şexsê Sada û Hindê de jî hevgirtina gelan hate hedefgirtin.  BI DÎMEN 
 
*Çalakvanên TJA'yê girtina berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan şermezar kirin û gotin: "Îqtidara ku bi hişmendiya mêr deshilatdariya xwe dide meşandin tim dijminatiya jinan dike. Dizanin serî rakirina jinê wê bibe dawiya hemû şer û deshiladaran. Ji ber vê sedemê ji bi girtinan dixwazin darbe li rêxistinbûyîna jinê bidin.” BI DÎMEN
 
*Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 59 roj in berdewam dike. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku dê xwedî li asayîşa xwe derkevin û gotin: "Çawa zarokên me xwedî li me derdikevin û me diparêz in, em ê jî wan biparezin û xwedî li wan derkevin." BI DÎMEN 
 
*Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal têkildarî serdanên CPT'yê nirxandin kir. Newrozê diyar kir ku cihê lê îşkence hatiye tespîtkirin divê bi awayekî hîn cidî mirov nêz bibe û wiha got:"Haya CPT'yê ji rewşa Îmraliyê, ji grevên birçîbûnê yên li girtîgehan heye. Tevî vê jî CPT'yê tenê bi rayedarên hukumetê hevdîtin kir. Ev yek mijara rexneyê ye. Ev helwest di heman demê de cesaretê dide hukumetê ku tecrîdê dirêj bike."