'Rêveberiya Xweser aştî û hevgirtina gelan mîsoger kir'
- 17:25 28 Çile 2021
- Rojane
ŞEHBA - Bi munasebeta salvegera 7'emîn damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li Kampa Berxwedanê daxuyanî dan.
Bi boneya salvegera 7'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê daxuyanî da. Daxuyanî li kampa Berxwedan bi beşdarbûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl hate dayin. Di daxuyanîyê de wêneyên komkujiya Tel Rifetê û wêneyên pakrewanên azadiyê hatibûn hildan.
Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Rêveberiya demokratîk civakan ava dike û mirov bi rengekî azad dijîn. Rêveberiyên desthilatdar cureyeke zextê li ser civakan pêk tîne û civakan ber bi tehlûkeyê ve dibe. Rêveberiya Xweser li Efrînê dikarîbû bi derfetên xwe yên kêm jî di nava şoreşê de civakê ser piyan bihêlê, her wiha wekhevî û rengên tevahî gelan di nava xwe de biparêzê.
Bi avakirina Rêveberiya Xweser re nirxên şoreşê hatin parastin, her wiha rengê azadî û demokrasiyê li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pêşxistin. Baweriya gelê herêmê hişt ku ev rêveberî şaxên xwe berfireh bike û ji tevahî cîhanê re bibe nimûne.
Hemû rêgezên bîrdozî û exlaqî girte ser xwe û destanên têkoşînê nivîsandine. Rêveberiya Xweser di Herêma Efrînê de jî wekhevî, aştî û ewlehî ava kir. Lê belê dagirkeriya tirk Efrîn hedef girt û di dawiyê de Efrînê dagir kir.
Em salvegera 7’emîn damezrandina Rêveberiya Xweser pîroz dikin û soz didine gelê xwe ku heya dawiyê destkeftî û nirxên şoreşê biparêzin. "
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.