‘Bila daxwazên girtiyan bên bicihanîn'

  • 16:09 28 Çile 2021
  • Rojane
 
DERSIM - Rêxisitna DHP'ê ya Bajarê Dêrsim derbarê grevên birçîbûnêde axuyanî da û xwest ku daxwazên girtiyan demildest bên bicihanîn. 
 
Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan li girtîgehan, Rêxistina HDP'ê ya Dersimê xwest li ber avahiya partiyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Polîsan bi hinceta tedbîrên dijî şewbê destûr neda ku daxuyanî bê dayin. HDP'iyên hatin astengkirin li pêşiya deriyê avahiya partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Bila daxwaz bên qebûlkirin, grevên birçîbûnê bi dawî bibin" hate hildan.
 
'Divê em jiyanê biparêzin'
 
Heserokê HDP'ê ya Dersimê Nûrşat Yeşîl nerazîbûn nîşanî astengiyê da û bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan gihîştiye 63 rojan û wiha berdewam kir:  "Bila bersiv ji daxwazên girtiyan re bê dayin ku greva birçîbûnê bi dawî bibe. Ji bo şert û mercên giran li girtîgehan rû nede divê em jiyanê biparêzin. Lewma em li vê derê dengê xwe bilind dikin."
 
'Kesên hatin binçavkirin serbest berdin'
 
Nurşat wiha berdewam kir, " TJA li dijî pergala we ya baviksalar tê dikoşe û saziyeke ku jin xwe di bin sîwana wê de bi rêxistin dikin e. Divê ne jinên têkoşîna azadiyê didin kesên destdirêjî û destavêtinê dikin bên darizandin. Wê polîtîkayên dijminantiya jinê dikin bi ser nekevin û têkoşîna jinê ya rêxistinkirî bi ser keve. Divê Ayşe Gokkan û Zeynep Olbecî serbest bên berdan."