Meclîsa Malbatên Şehîdan li Helebê komcivîn li dar xist

  • 15:24 28 Çile 2021
  • Rojane
 
HELEB - Bi armanca xwedîderketina li hevjînên şehîdan, Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê yekemîn komcivîna Hevjînên Şehîdan li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê li dar xist.
 
Meclîsa Malbata Şehîdan a bajarên Helebê bi armanca xwedîderketina li hevjînên şehîdan yekemîn komcivîn li dar xist. Komcivîn li Hola Elwanê ya Taxa Şêx Meqsûdê bi tevlîbûna malbat û hevjînên şehîdan hate çêkirin. Hola komcivînê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin. 
 
Komcivînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê Rêveberiya Jinên Ciwan a Helebê Cînda Dilsoz perspektîvên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên derbarê xwedîderketina li nirxên pakrewanan xwend. Her wiha rapora Meclîsa Malbatên Şehîdan a kar û xebatên du salan jî hate xwendin.
 
'Bi rêxistinkirina xwe em ê xwedî li nirxên şehîdan derbikevin'
 
Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mûsa armanca komcivînê anî ziman û ev tişt got: ”Cara yekemîne em komcivîneke bi vî rengî li Taxa Şêx Meqsûdê li dar dixin. Em hemû xwişk, dayik û hevjînên pakrewanan li hev kom bûne da ku em rêxistina xwe xurt bikin û xwedîderketineke zêdetir li nirxên pakrewanên xwe bikin. Aliyên ku em tê de kêm mane em ê sererast bikin. Em ê bi hevdu re li pirsgirêkên hev guhdar bikin û çareseriyên mayinde pêş bixin. Heta dawiyê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin û destkeftiyên xwe biparêzin.
 
Komcivîn bi nîqaş, pirs û bersivan bi dawî bû.