Li Mexmûrê çalakiya greva birçibûnê di roja 42’yan de didome

  • 14:26 28 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, bi koma 21’an di roja 42'yan de didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakî bi koma 21'emîn di roja 42'emîn de didome. 
 
Tendirustiya çalakvanan her roj ji aliyê Saziya Tendirûstiyê ve tê şopandin û her wiha çalakvan her roj ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin.