Li Mêrdînê girtina Zeynep û Ayşeyê hat şermezarkirin

  • 12:42 28 Çile 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Tevgera Jinên Azad li dijî girtina berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û çalekvana TJA’yê Zeyneb Olbecî daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Eylem Amak axivî û diyar kir ku dixwazin bi van girtinan re rêxistina jinan terorîze bikin û got: "Ne polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike, em ê bi ser kevin." 
 
Derbarê girtina Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de bertekên jinan didomin. Aktîvîstên TJA'yê yên Mêrdînê ji bo şermezarkirina vê biryarê li ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr daxuyaniyek dan çapemeniyê. Çalekvanên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên  Rêxistina HDP’ê ya bajêr û navçeyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de alên TJA’yê û posterên Ayşe Gokkan hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berz kirin. Berdevka TJA'yê ya Mêrdînê Eylem Amak metna daxuyaniyê xwend.
 
‘Dixwazin xebatên me terorîze bikin’
 
Eylem di destpêka axaftina xwe de biryara ku derbarê Ayşe û Zeyneb Olbecî de hatiye dayîn nirxand û got: “TJA rêxistina Azadiya Jinên Kurd e. Bi girtinan bi gefan re dixwazin rêxistina me jinan terorîze bikin. Lê her kes pê dizane Ayşe parastina mafê jinan dike û hemû rêxistinên jinan wê nêz ve nas dikin. Lê bi îdiayan dixwazin me weke rêxistineke ‘sûc’ bidin nîşadan. Ji ber ku TJA rêxistinek e li dijî hişmendiya mêr ya serdest dixwaze jinê bi rêxistin bike, hûn jê ditirsin.”
 
‘Rêhevalên me demildest berdin’
 
Eylem herî dawî wiha axivî: “Li şûna girtina çalakvanên azadiya jinê pêwîste tecawizker û qetilker werin darizandin. Lê baş bizanibin ku polîtîkayên we yên dijmintiya jinan dikin na wê têkoşîna jinan bi ser bikeve. Hûn nikarin rêxistina me bişkivînin. Rêhvalên me Ayşe Gokkan û Zeyneb Olbecî demil dest berdin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.