Şêniyên Mexmûrê dagirkirina Efrînê şermezar kirin

  • 11:35 20 Çile 2021
  • Rojane
MEXMUR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê 3'emîn Salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kirin. 
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk a ku tehamûlî xweseriya rojavayê Kurdistanê nekir, bi hincetên pûç û vala berê xwe da Efrînê û bajar dagir kir. Dewleta tirk ku li gel komên girêdayî xwe bi êrîşên li ser şêniyên bajêr gelek kes dan koçberkirin, 3 sal e zilm û pêkanînên xwe yên hovan li ser şêniyên mayî berdewam dike. Bi minasebeta 3'emîn salvegera êrîşên li ser Efrînê li Wargeha Mexmûrê li ber Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî hat dayîn .Daxuyaniya ku bi armanca şermezarkirina dagirkirina Efrînê hat dayîn ji aliyê Xantûr Kara ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Berxwedana dîrokî ya ku navenda wê rojavayê Kurdistanê ye bê navber didome. Dewleta tirk li beramberî têkoşînê bi armanca tasfiyekirin û tunekirina Kurdistanê bi gelek şêwe û hêza xwe di nava hewldanan de ye. Herî dawî bi armanca têkbirina têkoşîna azadiyê ya Bakur-Rojhilatê Suriye, Efrîn jî weke navenda êrîşan girtiye dest û bi awayekê honave êrîşên xwe li ser Efrînê didomîne. 
 
Mirov dikare di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bibîne, di bin ronahiya fikir û ramanê Rêber Apo de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku pêşengtiya wê dikin, berxwedana ku li Rojava tê meşandin nîşanî cîhanê didin. Di nava van salên têkoşînê de DAIŞ’a ku hemu cîhanê nikarîbû li hemberê wê bisekine şervanên azadiyê yên Gelê Kurd vîna wê şikandin û bû parêzvanê nirxên mirovahiyê. 
 
Dixwazin demografiya herêmê biguherin
 
Efrîn herêmek berfireh ku weke landik ji hemu mirovahiyê re malevanî kiriye ye. ji ber vê dixwezin demografiya herêmê biguherin û şêniyên wê koçber bikin û komên girêdayî xwe lê bi cih bikin. Ji ber wê jî roj nîne ku şêniyên Efrînê yên ku li warê xwe man rojane li jinan destdirêjî tê kirin, kes tên koştin, revandin û wendakirin. Bê guman ev hemu kiriyarên ku têne kirin bê çarebûna Erdoxan û çeteyên wî nîşan dide. Weke îro di 20'ê Çileya 2018'an de  çeteyên Erdoxan bi hemu qirêjiyên xwe û bi piştevaniya  hêzên weke Emerîka û Rusya Efrîn dagir kir. bi salane şêniyên Efrînê di bin şert û mercên giran de jiyana xwe li koçberiyê didomînin. Ji ber vîn û baweriya wan ew e ku careke din vegerin ser ax û warê xwe. Êş û dozrdestiya ku li şêniyên Efrînê tê kirin berdewam dike. Bi azadkirina Efrînê re jî dizên dagirker û Erdoxan wê ji Efrînê bên derxistin û berxwedana serdemê wê bê tacîdarkirin.”
 
Daxuyanî bi duruşma “ Bijî Berxwedana Serdemê” , “ Bijî Serok Apo” bi dawî bû.