'Em têkoşîna ji bo vegera Efrînê didomînin'

  • 09:10 20 Çile 2021
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Ji Rêveberiya Mala Jinê ya Herêma Firatê, Sultan Hemdî ku yek ji şêniyên herêma Efînê ye, di derbarê sêyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Efînê de wiha got:"Em wek gelê Efrînê her tim bi hêviya vegera ser warê xwe dijîn loma em têkoşîna ji bo vegera Efrînê didomînin."
 
Dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî herêma Efrînê kir, di encamê de bi hezaran şêniyên herêmê hatin koçberkirin û di heman demê de gelek şênî hatin qetilkirin. Dewleta tirk û hevkarên wê bi balafir û hemû çekên giran wek moşek, fûze, hawan û tangan êrîşî Efrînê kirin. Ruxmî van êrîşan jî gel li ber xwe didan. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Mala Jinê ya Herêma Firatê Sultan Hemdî yek ji hemwelatiyên Efrînê ye nêrîna xwe di derbarê êrîşên 20'ê Çileyê de parve kir.  
 
'Efrîn cihê aramî û ewlehiyê bû'
 
Sultanê da zanîn ku wê Efrîn ji dewleta tirk û hevkarên wê re bibe goristan û wiha got: "Êrîşên ku li herêma Efrînê hat, ne êrîşeke hêsan bû, ruxmî wê jî gel bi israr li dijî dagirkeriyê têdikoşiya û xeta berxwedanê ji xwe re hilbijart. Li rex şervanan gel jî soza ku wê dest ji axa xwe bernedin dan û li gor wê sozê tev digeriyan. Efrîn bi xwe herêmeke biçûk bû lê hemû dewletan pilanên xwe yê dagirkirinê amede kiribûn. Şûna ku ev dewlet sînorekî ji dewleta tirk re daynin berovajî wê alîkarî dan dewleta tirk û ji faşîzma dewleta tirk re gotin keremke êrîş bike."
 
'Êrîşên Efrînê berdewamiya komploya navneteweyî ye' 
 
Sultanê da zanîn ku êrîşa Efrînê berdewamiya komploya navneteweyî ye û wiha domand: "Weke ku çawa hemû dewletan li ser Rêber Apo plan çêkirin û komployeke çêkirin, di heman demê de êrîşên ku li ser Efrînê hatin ne tesaduf bû. Ew êrîş bi xwe berdewamiya komploya navneteweyî bû. Armanca dewleta tirk û hevkarên wê têkbirina projeya neteweya demokratîk û aramiya herêmê bû. Di roja yekemîn de dewleta tirk 72 balafir rakirin ser asîmanên Efrînê, di vir de dijmin xwest vîna gelê Efrînê têk bibe, tirsekê di nava gel de ava bike û gel bide koçberkirin. Lê li hemberî van êrîşan hemûyan jî gel dev ji welatê xwe bernedan, berovajî wê hîna gel bi awayekî baş xwe bi rêxistin kirin û her roj çalakiyên mîna meş, civîn û semîner dihatin dayîn ku çawa xwe û welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin." 
 
'Hemû dewletan ji bo dagirkirina Efrînê li hev kirin'  
 
Sultanê di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku çiqila zeytunê sembola aşîtiyê ye êdî tu carî wê nebe ya hov û çeteyan û wiha pê de çû: "Ji bilî êrîşan, bajar jî hat dorpêçkirin, êdî bi vî awayî me gelê Efrînê bi derfetên kêm jiyana xwe ya rojane didomand. Li kêleka wê berxwedan li beramberî dewleta tirk dihat kirin. Her wiha zarok ji perwerdeyê bêpar man, Efrînê gelek pêkhate di nava xwe de dihewandibûn. Li kîjan deveran êrîş û pevçûn diqewimî  gelê wan herêman berê xwe didan Efrînê. Ez dikarim bibêjim ku Efrîn bi xwe bihuşt bû, di hundir herêmê de hemû pêkhateyan bi çand, nasname û zimanê xwe tev digeriyan. Me hemûyan bi hev re xebatên xwe didan meşandin, lewma projeyên me bi awayekî serkeftî derbas dibûn."
 
'Li ber çavên hemû cîhanê Efrîn dinaliya'
 
Sultanê herî dawî berxwedana 58 rojan a şêniyên Efrînê bi bîr xist û wiha bi dawî kir: "Netehemulkirina dewleta tirk û hevkarên wê ya ji van projeyan re, êrîşî herêma bi ewle kirin. Bê navber bi balafirên şer asîmanên Efrînê bombebaran dikirin, li ber çavên hemû cîhanê Efrîn dinaliya. Her kesî çav, guhên xwe ji wan êrîşan û komkujiyan re girtîbûn. Me wek gelê Efrînê li beramberî êrîşên dijwar ku dihatin kirin 58 rojan li ber xwe da. Hîna jî dewleta tirk êrîşî herêma Şehbayê dike, di heman demê de niha Şehba dorpêç kiriye. Her kes dizane ku gelê Efrînê  bi darê zorê hatiye koçberkirin, îro li Şehbayê bi cih bûne û hîna jî bi israr têkoşîna xwe li hemberî êrîşên ku rojane li ser wan tên kirin didomînin. Em wek gelê Efrînê her tim bi hêviya vegera ser warê xwe dijîn loma em têkoşîna ji bo vegerê didomînin."