Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 55'emîn de ne

  • 09:08 20 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin ket roja xwe ya 55'emîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 11'emîn didome û çalakî ket roja 55'an. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, diyar kir ku girtî di bin tecrîdê de ne û got: "Divê em û kesên li derve ji bo girtiyan têkoşîna xwe mezin bikin. Ne tenê HDP divê hemû derdorên ku demokrasiyê diparêzin xwedî li têkoşîna girtiyan derkevin."