Yekîtiya Neteweyî wê serkeftinê jî bi xwe re bîne

  • 09:07 20 Çile 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Rêvebera HDP'ê ya Navçeya Rezanê Hacîce Guneş bal kişand ser yekitiya neteweyî û diyar kir ku dijmin tu hêzên kurdan napêjirîne û wiha got: “Yekitiya neteweyî ji bo berjewendiyên Gelê Kurd berpirsyariyek e û wê serkeftinê bi xwe re bîne. Pêwiste ku êdî em bibin yek û li cîhanê ewqas neyên eçiqandin.”
 
Ev demek dirêj e ku Gele Kurd ji çar aliyên Kurdistanê ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî bang dike û çalakiyan li dar dixe. Her wiha PDK'a ku Herêma Federal a Kurdistanê rêve dibe, ji ber helwest û tevgerên xwe yên sîyasî û leşkeri di hedefa rexneyên raya giştî ya kurd de ye. Ji ber ku bi sîyaseta dimeşîne xweteriya pevçûneke naxweyî bi xwe re  tîne. Herwiha di heman demê de rageşiya ku li Herêma Federal a Kurdistanê pêk tên, pêşiya aloziyên sîyasî û aborî jî vedike.
 
Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya navçeya Rezanê Hacîce Guneş têkîldarî yekitiya neteweyî ya kurdan nerîna xwe anî ziman.
 
‘Yekitî mecbûriyet e’
 
Hacîce di despêka axaftina xwe de diyar kir ku yekitiya kurdan mecburiyetek e û got heta kurd nebin yek ew ê yek bi yek xelas bibin. Hacîce wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû hêzên hegemonîk dijminê kurdan e. Kurd jî vê baş dizanin. Lê bele îro helwesta PDK'ê ji bo pêkanîna yekitiyê astengiyek mezin e. Hikûmeta başûr ji bo berjewendiyên xwe ket bin emrê dewleta tirk û bi vê yekê berjewendiyên tevahî Gele Kurd tune hesiband.  Hertim xwe kiriye bin emrê dewletên din û bi vî awayî nikare xwe ji emrê dewletan xelas bike. Îro Hikûmeta Barzanî, di warê leşkeri aborî û sîyasî de xwe radestî dewleta tirk kiriye. Ligel van sedeman dewleta tirk her ku diçe xwe li Başûr bi cîh dike. Lewra dijminê kurdan li ser axa xwe bi cih dike. Ev tişt çiqas rast e? Em bi dijminatina hev bingeha qirkirina gelê xwe datînin.”
 
‘Şiyarbûna gel pêwist e’
 
Hacîce bal kişand ser rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Rojava çima îro ji bo hemû cîhanê bûye wek mînak? Ji ber ku serweriya erdên xwe dike û xwe naxe bin emrê hêzên hegemonîk. Lê îro li ser Rojava planên qirêj tên kirin û bi êrîşan re rûbirû dimîne. Heke Rojava bi ser bikeve ew ê ev model li hemû cîhane belav bibe û dewletên netew dê desthîlatdariya xwe winda bikin. Ji ber ku armanca dewletên netew tenê ji bo berjewendiyên dethîlatdariya wan e.  Divê îro em jî parastina xwe pêş bixin û ji bo şiyarbûna gelê xwe têkoşînê bidin.”
 
‘Dijmin tu hêzên kurdan napêjirîne’
 
Hacîce destnîşan kir ku dijmin tu hêzên kurdan napêjirîne û wiha got: “Ji dîrokê de heta îro ji bo ku yekitîya kurdan tune bûye, li her çar aliyên Kurdistanê êrîşî Gelê Kurd tê kirin.  Armanca Barzanî têk birina PKK’ê ye. Lê bele heke PKK têk biçe wê piştre dor bê wî. Dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe biparêze xwe nêzî Başûr kiriye. Loma îro bi hev re tifaqan çêdikin. Bi rastî jî li şûna tîfaqa kurdan, tîfaqa ligel dijmin rewşekê şermezar kirine ye. Wek lekeyek li eniya mirov e. Ger ku dewleta tirk bigihêje aramanca xwe wê tu tişt di destên Barzanî de nemîne. Ev rewş niha jî dikare were xuyakirin. Hikûmeta Federal a Kurdîstanê niha di aliyên aborî, siyasî, civakî û rêvebirinê de, di nava krîzeke mezin de ye û nikare mûçeyên karmedên xwe bide.”
 
‘Hemû hêzên dijmin li dijî kurdan bûne yek’
 
Hacîce, refaranduma Kurdistana Serbixwe ya 2017’an bi bîr xist. Hacîce, anî ziman ku hemû hêzên dewletan di mijarên kurdan de dibin yek û wiha pêdê çû: “Di referanduma 2017’an a ji bo Kurdistana serbixwe de jî hat dîtin ku yên ewil encama referandumê nas nekirin Tirkiye û Îran bû. Herdu jî li dijî encama referandumê sekinin. Piştî referandumê hin bajarên niqaşkirî ji herêma Federal Kurdistanê hatin qetandin û bi hikûmeta Bexdayê ve hatin girêdan. Ji wir şûnde tu tişt neguherî. Ew çaxê jî dijminên kurdan li dijî Kurdistana serbixwe bibûn yek û hê jî di nav eriş û planan de ne.   Ma ew jî nayên bîra Barzanî. Divê ku bibîne dijminê herî mezin dewleta tirk e. Divê bibine ku heke hêzên kurdan ji wê bên derxistin ew ê başûr bê dagirkirin.”
 
‘Çima em îro deskeftiyên xwe bidin destê dijmin?’
 
Hacîce anî ziman ku dijmin tu carî nabe hevalê bindestên xwe û ev tişt got: “Ji bo dijmin tu hêzekê kurdan ferq nake. Heke wisa nebûya çima ewilî dewleta tirk li dijî xweseriya Hikûmeta Federal A Kurdistanê derket. Çima hêzên Haşdî Şabî avêtin ser. Dewleta tirk dîroka xwe bi komkujiyên li ser kurdan daye nivîsandin. Loma Barzanî bila êdî deste xwe bide yekitiyê ku em êdî li cîhanê neyên pelçîqandin. Em jî êdî serxwebûna xwe pêk bînin. Bi salan e em ji bo vê têdikoşin. Çima îro em hemû deskeftiyên xwe bidin destên dijmin. Hemû tiştên me hene, îro modela rêvebirinê ya kurd û zanînên wan di nav cîhanê de belav bûn e.  Êdî em tên naskirin. Loma em mecbur in ku di nav xwe de bibin yek û ew derfeta xwe ya ji bo sedsala 21’ê bi deste xwe nexin bine piyên dijmin”
 
‘Ji xeynî kurdan dostên kurdan nînin’
 
Hacîce di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di serdama Melle Mistefa Barzanî de jî dijmin xwestibû hêzên kurdan ji herêmê bên derxistin. Lê bele bersîva Melle Mistefa Barzanî wiha bû: “ Em di malekê de ne, odeyek jî ji bo birayê min hatiye veqetandin". Mele Mistefa Barzanî Bi vî awayî nebû şîrîkê dijmin. Çima îro Mesûd Barzanî heman tiştê nake. Wexta ku di salên 90’î de hatibûn bakurê Kurdistanê kî li wan xwedî derketibûn. Ma ne kurd xwedî derketibûn. Îro hemû kurdên  li pey doza xwe dizanin ku ji xweynî  kurdan dostên kurdan tune ne. Pêwîste ku em yekitiya xwe ava bikin, beravajî em ê li cîhanê winda bibin.”