'Em ê li xwesteka zarokên xwe ya parastina axê xwedî derkevin'

  • 09:04 20 Çile 2021
  • Rojane
Hesna Mihemed 
 
ŞEHBA - Dayika pakrewan Baran, Selwa Şêxo ya ji niştecihên Efrînê ye da zanîn ku ew ê li têkoşîna zarokê xwe xwedî derkeve û wiha got:"Her xwesteka Baran ew bû ku parastina axa xwe bike. Em ê li xwesteka zarokên xwe ya parastina axê xwedî derkevin."
 
Dayika Selwa Şêxo ya bi temen 50 salî ye, ji Gundê Qûta yê navçeya Bilbilê  ya Efrînê ye. Selwaya niha li Kampa Berxwedanê dijî kurê wê di Berxwedana Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest da. Selwayê da zanîn ku ew her ji bo kurê xwe dilorîne û got ew têkoşîna kurê xwe didomînin.
 
'Em ê li xwesteka zarokên xwe ya parastina axê xwedî derkevin'
 
Selwayê di destpêka gotina xwe de qala taybetmendiyên kurê xwe yê pakrewan Baran kir û wiha got: "Baran di zaroketiya xwe de gelek zîrek bû û ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin. Di malê de alîkariya birayên xwe dikir û nedixwest mirovek jê biêşe. Her xwesteka Baran ew bû ji bo doza Gelê Kurd şer bike û parastina axa xwe bike. Em ê li xwesteka zarokên xwe ya parastina axê xwedî derkevin. Baran li dijî êrîşên dijmin gelek li ber xwe da, her wiha di Berxwedana Kobanê de jî cih girt heta ku Kobanê ji dest dijmin rizgar bû. Piştre derbasî nava Berxwedana Şêx Meqsûdê ya Helebê bû û xwest di wir de jî li dijî êrîşên hovane parastina gel xwe bike. Di Berxwedana Şêx Meqsûdê de Baran gihaşt asta şehadetê û bi şehadeta wî ez ser bilind im."
 
'Min her li ser kurê xwe lorand'
 
Selwayê di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser merasîma Baran û di wir de dest bi lorandinê kir û wiha pê de çû: "Bi merasîma Baran re 14 pakrewanên din hatin oxirkirin. Kurê min li Goristana Gundê Metînayê ya Şehîd Seydo hat oxirkirin. Di merasîmê de min êşa windakirina Baran û xwesteka wî bi rêya lorandinê anî ziman. Bi oxirkirina Baran hemû kêliyên jiyana wî hatin ber çavên min û jê re min lorand. Em dayik girêdana me bi çandê re heye û bi rêya lorandinê em parastina wê ji qirkirinê dikin. Em êş û çîrokên xwe bi rêya lorandin û stranan tînin ziman û çanda xwe her zindî dihêlin. Hêviya min a dawî ew e ku gora Baranê xwe careke din beriya mirinekê bibînim."