Jinên Êzidî: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin

  • 09:02 20 Çile 2021
  • Rojane
Viyan Seid - Nesrîn Husên 
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Fikrên Abdullah Ocalan li ku be li vir têkoşîna azadiyê tê dayîn. Divê baş bê zanîn ku em tu carî dev jî fikr û ramanê wî bernadin û em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin." 
 
Girtiyên PKK'yî û PAJK'î di 27'ê Mijdara 2020'an de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpekirina mafan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dan destpêkirin. Greva birçîbûnê 55 roj in didome. Ji bo piştevaniyê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) greva birçîbûnê hat destpêkirin. Li Rojava çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin. Jinên Şengalê dijîn li dijî tecrîdê nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.
 
'Fikrên Ocalan li ku be li vir têkoşîna azadiyê heye'
 
Hevseroka Meclîsa Gundê Dîgurê Edûl Şemo, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankiri ya li hemberî Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û got: "Di serî de em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Em tevahî dewletên desthilatdar ên ku para wan di tecrîdê de heyî şermezar dikin. Ji xwe re dibêjin em mafê mirovan diparêzin. Li hemberî kesî ku mafên mirovan, demokrasî û azadiyê diparêze tecrîdek heye û xwe bêdeng dikin ev dewlet. Rêber Apo ji bo tevahiya gelan, ji bo çand, ziman, baweriyan têkoşînek daye meşandin. Divê dijmin baş bizane ku em ê her tim bi fikr û ramanê wî tevbigerin. Her wiha fikrên Rêber Apo li ku me li vir têkoşîna azadiyê heye."
 
'Em berxwedanê silav dikin'
 
Endema Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wetha Hisên jî derbarê tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêber Apo bi fikrê xwe tevahî civakên bindest şiyar kir û bi saya wî îro tevahî civak doza mafê xwe dikin. Em weke civaka êzidî bi fermanê re rûbirû man. Rêber Apo çawa bi hewara Gelê Kurd hat bi heman şêweyî bi hewara me jî hat. Ji bo wê em jî wê heya dawî ji bo azadiya wî ya fizikî têbikoşin. Her wiha li dijî tecrîda li hemberî Rêber Apo, li Tirkiye, Rojava û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakî tên lidarxistin, em berxwedana wan silav dikin û serkftinê ji wan re dixwazin.”
 
'Ji bo rizgariyê rabin...'
 
Suad Silêman jî bi van gotinan bangawazî li tevahî Gelê Kurt kir û got: "Em jî tecrîda li ser rêberê xwe şermezar dikin. Ez wekê ciwanek dê ji bo rêberê xwe her tim di nava têkoşînê de bim. Em ê li ber xwe bidin ku heta rêberê xwe azad bikin. Bangawaziya min ji tevahî gelan re heye ku li dijî tecrîdê rabin û Rêberê xwe rizgar bikin.”