ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 20 Çile 2021
  • Rojev
* Efrîna ku bi pergala vekheviyê dihat birêvebirin piştî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê veguherî qada dojehê û her roj binpêkirina mafan li Efrînê tê rojevê. Lê tevî hemû êrişan niha li Wargehên Hêvî û Berxwedanê têkoşîna gelê Efrînê didome. BI DÎMEN 
 
* Jinên Şengalê bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Fikrên Abdullah Ocalan li ku be li vir têkoşîna azadiyê tê dayîn. Divê baş bê zanîn ku em tu carî dev jî fikr û ramanê wî bernadin û em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin." BI DÎMEN 
 
* Xwendekarên Zanîngeha Egeyê diyar kirin ku xweseriya zanîngehan hewceye û gotin: "Divê xwendekar û hemû pêkhateyên zanîngehan tevlî çalakiyên protestoyan bibin û li hemberî tayînkirina qeyûman bertekên xwe bînin ziman." BI DÎMEN 
 
*Rêvebera HDP'ê ya Navçeya Rezanê Hacîce Guneş bal kişand ser yekitiya neteweyî û diyar kir ku dijmin tu hêzên kurdan napêjirîne û wiha got: “Yekitiya neteweyî ji bo berjewendiyên Gelê Kurd berpirsyariyek e û wê serkeftinê bi xwe re bîne. Pêwiste ku êdî em bibin yek û li cîhanê ewqas neyên eçiqandin.” DÎMEN HEYE
 
*Xizmên girtiyan ên li Sêrtê ji bo greva birçîbûnê banga hestiyariyê kirin û gotin: "Gelo wê ev zilm heta kengê bidome? Daxwazên zarokên me daxwazên me ne divê bên qebûlkirin.” BI DÎMEN 
 
*Jinên ku di Berxwedana Serdemê de bûn şahidê êrîş û kiryarên dijmirovî yên dewleta tirk û komên girêdayî wê dan zanîn ku hemû êriş li dijî zagonên mirovahiyê bûn û gotin êrîşên 20'ê Çileyê wekheviya civakê hedef girtin. DÎMEN HEYE
 
*Dayika pakrewan Baran, Selwa Şêxo ya ji niştecihên Efrînê ye da zanîn ku ew ê li têkoşîna zarokê xwe xwedî derkeve û wiha got:"Her xwesteka Baran ew bû ku parastina axa xwe bike. Em ê li xwesteka zarokên xwe ya parastina axê xwedî derkevin." DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Mala Jinê ya Herêma Firatê, Sultan Hemdî ku yek ji şêniyên herêma Efînê ye, di derbarê sêyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Efînê de wiha got:"Em wek gelê Efrînê her tim bi hêviya vegera ser warê xwe dijîn loma em têkoşîna ji bo vegera Efrînê didomînin." DÎMEN HEYE
 
*Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kiriye li ber avahiya HDP'ê ya navçeya xwe daxuyaniyê dê bide. (13.00) 
 
*Têkildarî salvegera êrişên li ser Efrînê ew ê li Hesekê, Heleb, Qamişlo û Şehbayê meş bê lidarxistin. (11.00)
 
*Li Kobanê ew ê Komxebata Yekîtiya Jinên Ciwan a li ser Etîk û Estetîkê dê bê lidarxistin. (10.30)
 
*Têkildarî salvegera êrişên li ser Efrînê ew ê li Kobanê meş bê lidarxsitin. (12.30)
 
*Têkildarî salvegera êrişên li ser Efrînê ew ê li Til Temirê meş bê lidarxistin. (10.00)