TEV - DEM'ê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir

  • 15:48 19 Çile 2021
  • Rojane
HELEB -Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Helebê salvegera sêyemîn a êrîşên li ser Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir. 
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî Herêma Efrînê bi dirûşma "Bi soz em ê berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin da ku Efrînê rizgar bikin" şermezar kirin. Sazî û dezgehên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya navenda TEV-DEM'ê ya taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiyê Rewşenbîrên Helebê Kamûran Bîlal ve hate dayîn.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Herêma Efrînê beriya êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, herêmeke bi ewle û aram bû. Nêzî nîv milyon koçberên Sûriyeyê ji ber aramiya Efrînê li Efrînê bi cih dibûn. Piştî Efrîn hate dagirkirin her roj qirkirina mirovahî û xwezayî mîna qetlîam, tecawiz, revandin, dizî, talanî, xirabkirina şûnwaran û guhertine demografîk pêk hat.  Her wiha li Efrînê heta roja îro jî gelek binpêkirinên mirovahî pêk tên.Dewleta tirk di 18'ê Adara 2018'an de Efrîna rengî dagir kir û ji wê rojê heta niha nasnameya Efrînê guhert û kir weke herêmeke Tirkiyeyê. Her wiha bi milyonan şêniyên resen ên Efrînê bi darê zorê koçber kir û cihê wan malbatên çeteyan bi cih kir. Em jî weke TEV-DEM'ê bang li civakên navneteweyî, saziyên mafê mirovan dikin ku ji bo Efrînê helwestên cidî bidin nîşandan û rê li pêşiya kiryarên dewleta tirk bigirin. Her wiha em bang li tevahî Gelê Kurd dikin ku yekîtiya xwe bidin avakirin. Em dikarin bi yekîtiya xwe dagirkeriyê têk bibin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana serdemê" bi dawî bû.
 
Daxuyanî bi dirûşmeya”Bijî berxwedana Efrînê”bi dawî bû