Kolanên Qoserê di nava heriyê de man

  • 11:00 19 Çile 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Bi salane li Qoserê bi hinceta xebatên binerd ên gaza xwezayî, ceyran û avê erd tên kolandin. Ji ber ku kar nayê qedandin havîn û zivîstan welatî pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ji ber zivistanê niha kolan di nava heriyê de man û havînê jî di nava tozê de dimînin. 
 
Pirsgirêka sereka ya welatiyên Qosera Mêrdinê ya dema zivistanê rêyên ku nayên çêkirin e. Cadeyên ku bi sala ne bi hinceta çêkirinê tên xirakirin bi hatina zivistanê re di nava heriyê de dimînin. Welatî di dema havînê jî bi tozê gazinc in. 
 
Ji aliyekî maşîne di çûyîn hatinê de pirsgirêkan dijîn. Ji aliyê din jî esnaf nikarin karê xwe bikin. Ji her alî ve welatî mexdûr dibin. Bi sala ne ji bo xebatên binerd yên weke gaza xwezayî, ceyran û av  tên nûkirin pirsgirêk nayên çareserkirin. Lê êdî welatî bêzar bûne û çareseriyê dixwazin.