'Hebûna Rêveberiya Xweser li Efrînê ewlehiya jiyanê diafirand'

  • 09:05 19 Çile 2021
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Di sêyemîn salvegera êrişên li ser Efrînê de Hevserokên Jinê yên Herêma Efrînê behsa jiyana Efrînê ya beriya dagirkeriyê kirin û dan zanîn ku ew ê hêviya vegera Efrînê tucaran winda nekin û gotin: "Şêniyên Efrînê gelek girêdayî ax û dîroka xwe ne û bi welatparêziya xwe tên nasîn. Dê bi têkoşîna xwe dîsa Efrînê rizgar bikin." 
 
Çîrûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yekem car li Kobanê dest pê kir, paşê herêm bi herêm belav bû. Di sala 2012'an de Şoreşa Rojava li Efrînê dest pê kir û helwesta gel li hember zexta Rejîma Sûriyeyê derket holê. Piştî şoreşê yekser gel xwe bi rêxistin kirin û roj bi roj xwe bi xwe bi rêve dibirin. Li Efrînê pêkhateyên mîna kurd, ereb dijîn. Yekem car li Efrînê peymangeh û zanîngehên kurdî hate avakirin. Hevserokên Jinê yên Herêma Efrînê jiyana Efrînê ya beriya ku were dagirkirin parve kirin.
 
'Hebûna Rêveberiya Xweser li Efrînê ewlehiya jiyanê diafirand'
 
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo wiha got: "Gelê Kurd ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve gelek rastî binpêkirin û bêmafîyê hatin. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Gelê Kurd wek volkanekê  herîkîn ber bi şoreşê ve. Her wiha piştî şoreşê gel yekser meclîs û komînên xwe ava kirin û xwe bi xwe bi rê ve dibirin. Paşê gava herî mezin hate avêtin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Efrînê hate avakirin û nûnertiya gel di qadên navneteweyî de dikirin. Avabûna Rêveberiya Xweser li qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavek serkeftî bû. Di nava Rêveberiya Xweser de pergala hevserokatîyê esas dihat girtin."
 
'Jin li Efrînê xwedî mîsyon û kedek mezin bû'
 
Şîrazê diyar kir ku şêniyên Efrînê gelek girêdayî çand, ax û dîroka xwe bûn û wiha pê de çû: "Jin ji bo pêkanîna hîmên netewa demokratîk, xwedî mîsyon û kedek mezin bû. Hebûna pergala Rêveberiya Xweser di Efrînê de ewlehiya jiyanê diafirand. Her wiha şêniyên ku koçber dibûn yekser berê xwe didan herêma Efrînê, ji ber ew jî dizanîn ku qada herî aram Efrîn bû. Li Efrînê kampa koçberan a Rûbar û Şehbayê hebû. Jiyan li Efrînê pir bi wate bû, ji ber gel xwedî destkeftiyên xwe derdiketin û axa xwe bi dil û can hembêz dikirin. Ew ruhê ku li Efrînê hatibû avakirin li her derê cîhanê mînak bû, ji ber şêniyên Efrînê gelek girêdayî ax û dîroka xwe bûn û bi welatparêziya xwe dihatin nasîn. Em ê wî ruhê welatpareziyê her biparêzin û hêviya vegera Efrînê tucaran winda nakin."
 
'Şêniyên Efrînê bi ruhê wekheviyê tên nasîn' 
 
Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso balkişand ser hebûna Kurdên Êzîdî ya li Efrînê û wiha domand: "Li Efrînê 22 gundên Kurdên Êzîdî hebûn, Rejîma Sûriyeyê gelek zextên mezin li ser Kurdên Êzîdî jî dida meşandin. Lê piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nasnameya Kurdên Êzîdî xwe ji nû de zindî kir. Bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Efrînê yekem zagon di peymana civakî de di benda 33'an de destnîşan kiribûn ku Kurdên Êzîdî jî serbixwe, xwedî maf in û dikarin cejnên xwe pîroz bikin. Her wiha navenda Êzîdiyan hate avakirin û hemû mezar û pîrozgehên olî hatin tamîrkirin. Kurdên Êzîdî li Efrînê bi dilrehetiyek mezin serdana pîrozgehên xwe dikirin. Beriya ku herêma Efrînê were dagirkirin, şêniyên ku li Efrînê dijiyan bi ruhê wekheviyê dihatin nasîn û xwedî li destkeftiyên xwe derdiketin û şoreşa xwe diparastin. Di destana berxwedana serdemê de ruhê pêkhateyên ku li Efrînê, bû yek û berxwedana xwe bi hev re meşandin."
 
'Pîrozgehên olî yên Êzîdiyan hatiye rûxandin' 
 
Sûadê bal kişand ser êrişên dijwar ên li ser Efrînê û wiha dom kir: "Ruxmê berxwedana 58 rojan dewleta tirk bi çekên giran, qedexekirî û balafirên şer Efrîna me dagir kir û gel jî neçarî koçberiyê hatin. Nêviyê gel jî li Efrîna dagirkirî man. Niha li Efrînê her roj qirkirin, kuştin, qetilkirin, tecawiz û guhertina demografîk pêk tên. Her wiha li gundên Kurdên Êzîdî mizgeft hatine avakirin, pîrozgehên olî hatine rûxandin. Me hemû kiryarên dewleta tirk kirin belge û ji saziyên peywendîdar re şandin. Lê ruxmê wê jî heta niha tu sazî û rêxistin di derheqê kiryarên dewleta tirk de dengê xwe nekirine. Dibe Efrîn niha dagirkirî be, lê em berxwedana xwe li Şehbayê dewam dikin û hêvî û daxwaza me ew e ku em di zûtirîn demê de Efrîna xwe rizgar bikin cardin vegerin li ser axa xwe." 
 
'Bi avabûna şoreşê re, şoreşa ziman jî pêk hat'
 
Hevseroka Desteya Perwerdêyê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl girîngiya ziman a li Efrînê anî ziman û got: "Ji bo her netewekê ziman hêmana bingehîn a jiyanê ye. Li Sûriyeyê zimanê kurdî her hatibû qedexekirin, heta kesên ku kurdî biaxiviyana dihatin cezakirin. Bi avabûna Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re şoreşa ziman jî pêk hat. Pergala perwerdeyê li Efrînê di odeyek biçûk de dest pê kir û pêşketinan re pêymangeh û zanîngeh hatin avakirin. Li tevahî dibistanan perwerdeya zimanî kurdî hate rûniştandin. Her wiha ji bo pêkhateyên din jî li gor çand û zimanê wan dibistan û cihên perwerdeyê hatin avakirin. Li Efrînê peymangeha zimanê kurdî  bi navê Şehîd Viyan Amara hate avakirin. Di sala 2013-2014'an de yekem zanîngeh li Efrînê bi şeş beşan hate vekirin." 
 
'68 dibistan li Efrînê hate rûxandin'
 
Bêrîvanê diyar kir ku piştî Efrîn hate dagirkirin bi giştî 68 dibistan hatine rûxandin û wiha pê de çû: "Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên di 20'ê Çîlêyê de dibistan hemû hatin girtin. Hemû zarokên me para xwe ji êrişan girtin. Piştî Efrîn hate dagirkirin bi temamî 68 dibistan hatin rûxandin. Ruxmê wê jî me pergala xwe li Şehbayê ji nû ve ava kir û zarokên me xwendina xwe dewam kirin. Yekem dibistan li wargeha Berxwedan û Serdemê li Şehbayê hate vekirin. Niha li Şehbayê 70 dibistan hatine vekirin û 17 hezar xwendekar hene. Her wiha peymangehek bi 5 beşan hatiye vekirin. Ew pêşketinên ku me li Şehbayê ava kiriye, bersiva herî tund ji dewleta tirk û çeteyên wê re ye. Çi dibe bila bibe wê yekîtiya gelan bi ser bikeve û em ê teqez Efrînê rizgar bikin."