'Li Efrînê zarokan hînî çêkirina bombeyan dikin'

  • 09:03 19 Çile 2021
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Berdevka Xweser a Dibistanên navçeya Zirganê Şêrîn Ebdo da zanîn ku li hemberî zanistê û hînbûna zimanê dayikê, dewleta tirk zarokan li ser çêkirina bombe û alavên teqemeniyê perwerde dike û got ev yek sûcekî pir mezin e.
 
Ji dema êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de, dewleta tirk û komên girêdayî wê gelek zagonên navneteweyî binpê kirine. Li gorî zagonên navneteweyî nabe cihên sivîlan û taybet yên perwerdehiyê werin hedefgirtin, lê dewleta tirk van cihan weke baragehên leşkerî  bi kar tînin. Di van demên dawî de gelek wêneyên ku leşkerên dewleta tirk zarokên Serêkaniyê, li dibistanan fêrî çêkirina bombe û alavên teqemeniyê dikin li ser tora medyaye civakî hatin parvekirin. Derbarê vê mijarê de Berdevka Xweser a Dibistanên navçeya Zirganê Şêrîn Ebdo nirxandin kir.
 
'Dibistan cihê hînbûnê ye, ne cihê çêkirina bombeyan e' 
 
Şêrînê girîngiya fêrbûna zarokan a ji bo ziman û zanistê vegot û wiha dest bi gotina xwe kir: "Perwerdekirina zarokên Serêkaniyê ya li ser çêkirina bombeyan, asta hovîtî û hişmendiya dewleta tirk a dagirker dide diyarkirin. Perwerdekirina zarokan a li ser çêkirina amûrên şer, hemû zagonên ku mafê zarokan diparêze, binpê dike. Hişmendî û armancên ku îro em dixwazin zarokan bigihêjînin wê zanist û têgihiştinê, berovajî armanc û hedefên dewleta tirk e ku niha li Serêkaniyê dide meşandin. Dibistan cihê fêrbûna ziman û avakirina pêşerojê ye, ne cihê amadekirina zarokan a ji bo şer e."
 
'Zarok hînî çi bibin bandora wê li ser pêşeroja civakê heye'
 
Şêrînê asta bêdengiya rêxistinên mafê zarokan jî bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Roj bi roj kiryarên dewleta tirk li dijî sivîl û zarokên herêmên dagirkirî zêde dibin. Lewra pêwîst e ku rêxistinên ku dibêjin em mafê zarokan diparêzin, xwe ji vê rewşa heyî qut nebînin û wekî erkeke xwe bibînin ku bikaribin rê li ber wê bigirin. Îro zarok li ser çi werin perwerdekirin, wê bi wê hişmendiyê mezin bibin û bandoreke wê dê li ser civakî jî hebe. Di heman wextê de jî hemû rêgezên jiyanê winda dibin, tenê wê bi amûrên şer mijûl bibin."
 
'Hişmendiya DAIŞ'ê didome'
 
Şêrînê bal kişand ser hişmendiya DAIŞ'ê û wiha domand: "Dema ku DAIŞ'ê êrîşî herêmên me kirin, di asta yekemîn de zarok hedef girtin û wekî komeke bi navê (Eşbal El-Xîlafa) ava kirin. Perwerdekirina wê komê jî li ser serjêkirina mirovan û qetilkirina wan bûn. Niha li herêmên dagirkirî jî heman tişt çêdibe, lê vê carê li ser çêkirina amûrên şer, zarok tên perwerdekirin. Niha hişmendiya DAIŞ'ê û ya dewleta tirk mirov dikare bêje ku, wek hev e. Hişmendiya DAIŞ'ê didome. Eger ev rewş dewam bike, wê pêşeroja civakê û nifşên nû di xeteriyeke pir cidî de be."
 
'Pêwîst e rêxistinên navneteweyî bê deng nemînin'
 
Şêrînê di dawiya axaftina xwe de ev daxwaz kir: "Di demeke ku pêwîst e barê herî giran ê zarokan hilgirtina pirtûkên wan be, hemû mejî û hizirandinên wan li ser şer û amûrên wê ye. Li hemberî zanebûn, fêrbûna zimanê dayikê û naskirina dîrokê, şer, bombe û amûrên qetîlkirina mirovan heye. Pêwîst e rewşa sivîlan û zarokên li herêmên dagirkirî ji aliyê rêxistinên navneteweyî  ve bên şopandin û rê li ber kiryarên ku bingeha civakê dixe xeteriyê bên girtin. "