Jinên Helebê: Efrîn bi planeke navneteweyî hat dagirkirin

  • 09:01 19 Çile 2021
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Jinên di dema êrişên li ser Efrînê de weke şande derbasî Efrînê bûn diyar kirin ku gelê Efrînê li dijî êrişên navneteweyî yên li ser Efrînê berxwedaneke mezin da û gotin: "Efrîn bi planeke qirêj a navneteweyî hate dagirkirin. Hêviya me ew e Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û şêniyên Efrînê car din vegerin û Efrînê bikin bihuşt."
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin. Ruxmê êrîşan Efrîniyan 58 rojan li ber xwe dan û kurd û dostên wan ji bo axa xwe biparêzin berê xwe dan Efrînê. Di berxwedana serdemê de bi hezaran destanên lehengiyê hate jiyîn û heta roja îro jî şahidiyên wê berxwedanê dijîn û di her kêliya jiyanê de parve dikin. Jin, zarok û ciwanên Efrînê li hember tank, top, balafir, çekên kimweyî 58 rojan li ber xwe dan.Gelê Efrînê navê xwe di nava rûpelên dîrokê de nivîsandin û berxwedanek destanî di 58 rojan de nîşan da. Îro jî berxwedana Avesta, Barîn, Rosyar, Kurdistan, Viyan, Rohenda, Şînda, Cudî, Sema Orkeş û bi hezaran rêhevalên wan li her kolan, kevir û xwezayê Efrînê hatiye nivîsandin. 
 
Roja ku li Efrînê êrîş dest pê kir hemû derê Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel berê xwe dan Efrînê û ji dijmin re yekîtiya xwe nîşan dan. Di 19'ê Sibata 2019'an de jî şandeyek ji Helebê berê xwe da Herêma Efrînê û piştgiriya gelê resen ên Efrînê kirin. Şandeya ku çûye Efrînê, ew kêlî ji ajansa me re parve kir. 
 
'Şerê ku li Efrînê hate jiyîn ne ji rêzê bû'  
 
Zeyneb Henan di destpêka gotina xwe de diyar kir ku berxwedana gel ji tank û topên dewleta tirk bi hêztir bû û got: "Dema Gelê Kurd tê gotin yekser berxwedan û têkoşîn tê hişê mirovan. Ev gel bi bedelên gelek giranbuha hate vê astê. Ji bo destkeftiyên xwe biparêze di her kêliya jiyanê de berxwedanek bêhempa raber dike. Şerê ku li Efrînê hate jiyîn ne ji rêze bû, dewleta tirk zagonên şer hemû derbas kir, heta çekên kimweyî jî bi kar anî. Lê berxwedana gel ji tank û topên dewleta tirk bi hêztir bû."
 
'Me li Efrînê bûyerên bi êş û dilşewat dît'
 
Zeynebê weke şande derbasî herêma Efrînê dibe û weke dayik şahidiya berxwedana gel û êrîşên hovane kiriye. Zeynebê bi van gotinan kêliyên Berxwedana Serdemê anî ziman: "Em jî weke gelê Helebê ji bo piştgiriya gelê Efrînê di 19'ê Sibatê de derbasî herêma Efrînê bûn. Her şandeyek ku diçû Efrînê, şêniyên wê derê gelek dilşad dibûn. Ji ber şer em 3 rojan di garaca Efrînê de man, lê di wan sê rojan de me gelek bûyerên bi êş û dilşewat dît.  Me bi çavên xwe dît ku dewleta tirk bi balafir û topên xwe çawa nexweşxaneya Avrînê bomberan kir. Her wiha navenda bajarê Efrînê bi hovîtî û kînek mezin hate bombebarankirin, li wir gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk ne digot, jin û zarok yekser bombebaran dikir.  Paşê em derbasî navçeya Şerayê bûn û li wê derê jî topbaranek dijwar hebû, ruxmê wê jî şêniyên Efrînê hemû li ser piyan bûn û di berxwedana xwe de bi israr bûn. Heleb û Efrîn yek in tu ferq û cudayî  di navbera me de nîne."
 
'Heta roja îro jî li Efrînê siyaseta qirkirinê tê meşandin'
 
Zeynebê diyar kir ku hemû cîhan li hember şerê Efrînê bêdeng man û got: "Efrîn bi pilanek qirêj a navneteweyî hate dagirkirin.  Hemû mirovên ku qaşo digotin em mafê mirovan diparêzin di şerê Efrînê de lal û kor man. Heta roja îro jî siyaseta qirkirinê li Efrînê tê jiyîn. Heta kevir û xwezaya Efrînê jî tê guhertin. Dibe ku niha Efrîn hatibe dagirkirin, lê nayê wê wateyê ku Efrîn bûye ya tirkan, ji ber Efrîn a Efriniyan e. Hêviya me ew e ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û şêniyên Efrînê yên resen car din vegeran Efrînê û Efrînê bikin bihuşt." 
 
'Gelê Efrînê berxwedaniyek destanî raberî êrîşan kirin'
 
Fatma Cemîl Xelîl ya ew jî tevî şandeyê derbasî herêma Efrînê dibe êrîşên li Efrînê şermezar kir û da zanîn ku di şerê Efrînê de yekser şêniyên resen dihatin hedefgirtin û wiha domand: "Şerê li Efrînê rû daye pir hovane bû, di wî şerî de yekser sivîl dihatin hedefgirtin. Di şerê Efrînê de gelek komkujî rû da û bûyerên pir bi dilêş hate jiyîn. Roja ku dewleta tirk bi 72 balafirên şer êrîşî Efrînê kir, gelê wê derê berxwedanek destanî raberî êrîşan kir. Gel û şervan yek dest bûn û heta kêliyê dawîyê jî gel û şervan ji hev qut nebûn û 58 rojan li ber xwe dan. Gelek zarokên bedew û çeleng di wî şerî de canê xwe feda kirin. Em çiqas behsa destana Efrînê bikin jî kêm e, ji ber di her kêliyekê de dîrokek veşartî hebû."
 
'Dewleta tirk hemû zagon binpê dikir'
 
Fatmayê diyar kir ku dewleta tirk êrîşî şandeyên ku derbasî Efrînê dibûn, dikir  û wiha pê de çû: "Beriya ku em wek şande derbasî Efrînê bibin, me hesabê her tiştî dikir, ji ber îhtîmal hebû ku em jî jiyana xwe ji dest bidin. Beriya şandeya Helebê, şandeya Cizîrê derbasî Efrînê bû, lê dewleta tirk şande hedef girt û bombebaran kir. Zagonê şer heye, lê belê dewleta tirk hemû zagon binpê dikir. Di şer de tu caran divê nexweşxane neyên hedefgirtin, lê dewleta tirk nexweşxane hedef girt. Her wiha lorîna dayikan tucaran ji guhên min dernakeve, qêrîn û lorîna dayikan erd û ezman dihejand. Hêviya me ji her demê zêdetir e ku rojekê em Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û şêniyên resen ên Efrînê car din vegerin ser axa xwe û li wê derê xweşik û bedew bikin. Niha şêniyên Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin, ji ber hêviya wan a vegerê heye."