ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 19 Çile 2021
  • Rojev
*Jinên di dema êrişên li ser Efrînê de weke şande derbasî Efrînê bûn diyar kirin ku gelê Efrînê li dijî êrişên navneteweyî yên li ser Efrînê berxwedaneke mezin da û gotin: "Efrîn bi planeke qirêj a navneteweyî hate dagirkirin. Hêviya me ew e Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û şêniyên Efrînê car din vegerin û Efrînê bikin bihuşt." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Xweser a Dibistanên navçeya Zirganê Şêrîn Ebdo da zanîn ku li hemberî zanistê û hînbûna zimanê dayikê, dewleta tirk zarokan li ser çêkirina bombe û alavên teqemeniyê perwerde dike û got ev yek sûcekî pir mezin e. DÎMEN HEYE
 
*Di sêyemîn salvegera êrişên li ser Efrînê de Hevserokên Jinê yên Herêma Efrînê behsa jiyana Efrînê ya beriya dagirkeriyê kirin û dan zanîn ku ew ê hêviya vegera Efrînê tucaran winda nekin û gotin: "Şêniyên Efrînê gelek girêdayî ax û dîroka xwe ne û bi welatparêziya xwe tên nasîn. Dê bi têkoşîna xwe dîsa Efrînê rizgar bikin."  DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedarên jin ji bo greva birçîbûnê bangevaziya xwedîderketina li çalakiyê kirin û gotin: "Heke em xwedî li berxwedana girtiyan dernekevin dê encamên xirab derkevin holê. Loma jî li dijî binpêkirina mafên girtiyan û tecrîdê yekitiyek topyekûn pêwist e." BI DÎMEN 
 
*Dayika girtîyên siyasî Abdullrahîm û Abdulqadir Baybars ên ku li dijî tecrîtê ketine greva birçîbûnê Resmiye Baybars, diyar kir ku her roj mafê girtiyan tê binpêkirin, hemû girtî di tecrîtê de ne  û ji bo dawî li van pêkanînan were pêwîste her kes serî rake û bêje êdî bes e. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê Kezîban Dumlu bal kişand ser kampanyaya TJA'yê ya "Em xwe diparêzin" û got: "Ligel hemû astengiyan me xebatên xwe domand û em gihaştin gelek jinan. Lê divê bê zanîn ku tu zext nikarin me ji têkoşîna mafdar dûr bixe." BI DÎMEN 
 
*Serpîl Kemalbay, rewşa girtiyên ku tahliyeya wan hatiye û poşmanî lê hatine ferzkirin û cezayê wan hatiye dirêjkirin nirxand û diyar kir ku ev rêbaz hemû civakê di esasê de dike bin zextê û got divê li dijî hewldana faşîzmê têkoşîna yekbûyî hebe. BI DÎMEN 
 
*Jina bi navê Melek Îpek ku îşkence lê hat kirin, li gorî Peymana Stenbolê divê piştgiriya psîkolojîk bigirta lê li şûna wê hat girtin. Ji her alî Tirkiyeyê bertek li dijî vê hat nîşandan û endamên Meclîsa Jinan a Geverê ya HDP’ê jî diyar kirin ku tiştên hatine jiyîn parastina cewherî ye. BI DÎMEN 
 
* Osman Ç. ê tecawizkar li gel rapora DNA’yê hatibû berdan ji aliyê malbata xwe ve bi pêşengiya dahol û zirneyê re hat pêşwazîkirin. Xwişka Z.Ç Pervîn Şîşman bertek nîşanê vê yekê da û got: "Me ji edaletê bawer dikir lê edaletê piştgirî ta tecawizkar. Ez banga piştevaniya civakê dikim." BI DÎMEN 
 
*Li dijî salvegera êrişên li ser Efrînê ew ê li Şehbayê daxuyanî bê dayin. (11.00)
 
*Ew ê serdana goristana li Şehbayê bê kirin. (17.00)
 
*Li Qamişloyê ew ê çalakiya konê ji bo piştigiriya grevên birçîbûnê îro bi dawî bibe. (10.00)
 
*Têkildarî salvegera êrişên li ser Efrînê ew ê li Helebê TEV-DEM'ê daxuyaniyê bide. (13.30)