Ji jinan çalakiya #Osmancurtutuklansin

  • 08:48 19 Çile 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Platforma Jinên Şahmaran ya Mêrdînê têkildarê Osman Ç. yê ku tecawizê zarokek kiribû û hatibû berdan li ser medyaya civakî çalakiya #Osmancurtutuklansin dan destpêkirin. 
 
Z.Ç. ya ku di 2’yê tîrmeha 2020’an de ji Swîsre hat navçeya Qosera Mêrdînê ji aliyê apê xwe Osman Ç. ve rastî tecawizê hat. Osman Ç. di daneşîna yekemîn de li gel encamên DNA’yê bi hinceta ku “Gumana bireve tune ye” hatibû berdan û ji aliyê malabata xwe bi dahol, zurne û dîlanê hat pêşwazîkirin.  Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê têkildarê bûyerê li ser medyaya civakî bi navê  #Osmancurtutuklansin da destpêkirin. 
 
Çalakiyê bi seetan di rêza yekem de cih girt.