Meclîsa Efrînê êrîşên 20'ê Çileyê bi meşekê şermezar kir

  • 15:19 18 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Meclîsa Kantona Efrînê bi meşekê girseyî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî herêma Efrînê şermezar kirin. 
 
Meclîsa Kantona Efrînê bi dirûşma "Bi vîn û ramanên azad em ê sala 2021'an bikin sala serkeftin û rizgarkirina Efrînê" bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk ên di 20'ê Çileya 2018'an ya li dijî Herêma Efrînê şermezar kirin.  Meş li navçeya Fafînê ya Şehbayê bi beşdarbûna şêniyên wargeha berxwedan, gundê Babinis û şêniyên Fafînê pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Bi vegera me, em ê jiyana li Efrînê nûjen bikin", "Bi ruhê şehîdên me, em ê bi ser bikevin jin û jiyanê biparêzin" û "Efrîn di dilê me de ye" hatin hildan. Meş li pêşiya nexweşxaneya Avrînê dest pê kir heta Wargeha Berxwedanê dom kir. 
 
'Li Efrînê berxwedanek destanî hate nivîsandin' 
 
Piştî deqeyeke rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Meclîsa Kantona Efrînê Hêvîn Eloş êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên di sala 2018'an de şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk bi awayekî hovane di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî me kir. Li hember ewqas hovitiyên mezin şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ve berxwedanek destanî raber kirin. Bi saya keda bi hezaran şehîdan berxwedanek destanî li Efrînê hate nivîsandin."
 
'Şêniyên Efrînê, li Şehbayê sê sal in têdikoşin'
 
Cigîra Kongreya Star a bajaroka Babinis Zeyneb Xelîl jî helwesta xwe bi van gotinan anî ser ziman: "Ji kêliya ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kirin, şêniyên Efrînê xeta berxwedanê hilbijartin û li hember siyasetên qirker ên dewleta tirk şerê hebûn û nebûnê kirin.  Dibe ku ji ber êrîşên hov ên Tirkiyeyê gel neçarî koçberiyê bû lê li Şehbayê ev sê sal in têdikoşin. Heta ku Efrîn û hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyên rizgarkirin wê tucarî gel raneweste."
 
'Em ê Efrînê rizgar bikin' 
 
Endamê Meclîsa Kampa Berxwedan Şoreş Îsa êrişên dewleta tirk  şermezar kir û got: "Di Efrînê de ji ber avakirina sîstema Xweseriya Demokratîk, dewletan ev sîstem weke xeteriyeke ji xwe re ditîn. Lewra xwestin çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser têk bibin. Di sala 2018'an de li Efrînê şerekî pir mezin hat jiyîn û di wî şerî de sivîl hatin armanckirin. Em ê bi berxwedana xwe Efrînê rizgar bikin û dê şêniyên resen ên Efrînê cardin vegere li ser axa xwe."
 
Meş bi dirûşma "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.