32 roj in li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê didome

  • 11:50 18 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, bi koma 16'an di roja 32'yemîn de berdewam dike. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Mexmûrê bi koma 16'an di roja 32'yemîn de berdewam dike. 
 
Tendirustiya çalakvanan her roj ji aliyê Saziya Tendirûstiyê ya Wargehê ve tê şopandin.