Serokê Partiya Pêşrojê bi sûcdariya tundiya li jinê hat girtin

  • 11:48 18 Çile 2021
  • Rojane
ERDEXAN - Serokê Partiya Pêşerojê ya Erdexanê Celîl Toprak, bi sûcdariya tundî li hevjîna xwe kir, hat girtin. 
 
Serokê Partiya Pêşerojê ya Erdexanê Celîl Toprak, hevjîna wî ji ber tundiya lê kiribû giliyê wî kir. Celîl Toprak, li ser vê yekê hat binçavkirin. Celîl Toprak, piştî ku li Miduriyeta  Polîsan a Bajêr îfade da, sewqî dadgehê hat kirin. Dozger bi sûcdariya "bi zanebûn birîndarkirin" Celîl Toprak bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kir. 
 
Dadgehê jî bi heman sûcdariyê, derbarê Celîl Toprak de biryara girtinê da û şand girtîgehê.