Li Mexmûrê ji bo karkeran konê sersaxiyê hat vedan

  • 11:48 18 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Karkerên Mexmûrî ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan duh li wargehê bi merasîmeke girseyî hatin definkirin û îro jî ji bo her çar karkeran konê sersaxiyê hat vedan. 
 
Wesayîta karkerên ku duh danê sibehê xwestin biçin Bexdayê ser kar, li ser rêya navçeya Şirgat û Bêcî yên bajarê Selahedînê, qeza kirin û di encamê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneya Geyare ya Musilê û yên jiyana xwe jî ji dest dan jî duh bi merasîmeke girseyî hatin definkirin. Îro ji bo her çar karkeran konê sersaxiyê hatin vedan. Kon li ber Saziya Malbatên Şehîdan hat vekirin û li vir ser saxî hatin qebûlkirin. 
 
Şêniyên wargehê bi awayekî girseyî çûn serdana konê û sersaxî ji bo malbatên her çar karkeran xwestin. Di dema serdanê de li ser navê şêniyên wargehê Hevserokê Şaredariya Wargehê Bedran Pîranî ji bo malbatên her çar karkeran sersaxî xwest û got: “Di serî de em ji bo tevahî gelê wargehê ser saxî dixwezin. Ev êş ya me hemuyane ne tenê yê her çar malbatan e. Me çar ciwanên herî bedew winda kir em gelek pê xemgînin. Tu carî coş û heyecana wan her çarên canên ciwan li ser ruyê wan ne diqediya. Em jî weke tevahî gelê wargehê jî êşa malbatên xwe parvedikin. Em dubare dibêjin serê serokê me û gelê wargehê sax be.” 
 
Piştî axaftina hevserokê Şaredariya wargehê Bedran Pîranî malbatên şehîdan axivîn û gotin: “Em di serî de bi xêr hatina tevahî gelê wargehê dikin. Ev ne tenê şehîdên me ne şehîdên tevahî gelê wargehê ne. Me gelek bedelên giran dan em ê hîne jî bidin. Dubare em dibêjin serê gelê wargehê sax be.”