Jinên êzidî bi perwerdê xwe bi rêxistin dikin

  • 10:43 18 Çile 2021
  • Rojane
 
Evîn Zenda - Viyan Seîd
 
ŞENGAL - Ji hêla TAJÊ ve ji bo jinan dewreya perwerdê hat amadekirin. Dewreya perwerdê 11 rojan dom kir. Jinên ku tevlî perwerdê bûn gotin: "Bi perwerdê em dîroka xwe, çanda xwe, têkoşîna xwe û nasnameya xwe dinasin. Her wiha bi perwerdê em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin." 
 
Ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo jinan dewreya perwerdê hat amadekirin. Perwerde 11 rojan dom kir. Dîrok, jin, têkoşîn û rêxistinbûn bûn mijarên perwerdê. Bi taybetî li ser rê û rêbazên têkoşîn û hewcedariya rêxistinbûnê rawestiyan. Jinên ku tevlî perwerdê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Bi têkoşînê em ê bi ser kevin'
 
Nûrê Şengal di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdê û got: "Ev 11 roj in em perwerdê dibînin û ditina van perwerdeyan ji me tevan re pir bi feyde ye. Bi taybetî em dixwazin bi perwerdê xwe pêş bixin. Heke em xwe birêxistin bikin û perwerde bikin em dikarin li dijî fermanan xwe biparêzin. Em niha tabloya jina perwerde kirî û civaka perwerde kirî dibînin. Em ê bi têkoşînê bi ser kevin. Me perwerdeyên cûr bi cûr dît di van perwerdeyan de me dîroka xwe naskir weke jin dûbare me hêza xwe naskir em bi hêvîne ku perwerdeyên wiha ji bo dayikên me û keçên me yên ciwan berdewam bin. Em dikarin bi perwerdeyan xwe biparêzin. Her wiha niha çalakiyek ji bo xwedîderketina li asayîşa me heye. Em jin piştgiriyê didin asayîşa xwe. Ez herî dawiyê bang li jinan û ciwanan dikim xwe di her helê de xwe perwerde bikin û xwedî li civaka xwe derkevin.” 
 
'Li dijî neheqiyan ez ê têbikoşim'
 
Ehrab Simayil jî bi van hevokan girîngiya perwerdeyê pênase kir: “Beriya perwerdeyê me pir tişt nedizanî lê bi dîtina perwerdeyê re em di gelek mijaran de şarezabûn bi taybetî di warê ciwantiyê de. Xwe naskirin û naskirina civaka xwe, naskirina dîroka xwe, naskirina hêza jinê, ked û têkoşîna jinê ji bo min girîng û bi bandor bû. Bi perwerdeyan ez dixwazin feydeyê bidim civaka xwe û li dijî neheqiyan têbikoşîm. Ez wek jinek ciwan bang li ciwanan dikim ku bila xwe perwerde bikin. Ji bo xurtkirina civaka êzidî divê em hêza xwe bikin yek."
 
'Vegerin ser axa xwe'
 
Xatûn Merwan jî bi van gotinan bangawazî ya xwe li ciwanên wargehan kir: “Perwerdeya me gelek xweş derbaz bû. Ez pir pê keyfxweş bûm ku em li vir bi dayikên xwe re tevlî perwer dê bûn. Me li vir hevdu nas kir, em di gelek mijaran de ji hevdû mînakan girt. Bangawaziya min ji ciwanên me re jî ew e ku beşdarî perwerdeyan bibin. Dibe ku ev perwerde li ber xwekuştin û kuştina jinan bigire. Bi taybetî jî bangewaziya min ji bo ciwanên ku niha li wargehan dimînin heye û ez dibêjim vegerin ser axa xwe. Li ser axa xwe ji bo gelê xwe têbikoşin."