48 roj in çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê didome

  • 09:50 18 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konê berxwedanê yê li Şengalê, ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê hate vedan, di roja 48'an de ye. Şengalî bi biryar in ku asayîşa xwe bi rêveberiya Bexdayê bidin qebûlkirin.
 
Çalakiya ku 48 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakî li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê hat destpêkirin. Her roj ji deverên cuda yên Şengalê, pêkhateyên herêmê tên serdana konê berxwedanê û xwedî li asayîşê derdikevin.
 
Şengalî her roj di binê konê de civînan pêk tînin û çalakiyên cihêreng li dar dixin.