Zuleyha Gulum: Aştî bi tifaqa demokrasiyê pêkan e

  • 09:05 18 Çile 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Zuleyha Gulum a der barê çalakiyên li dijî ‘rektorê wekî qeyûm’ hat tayînkirin yê Zanîngeha Bogazîçî didome, nirxandin kir û diyar kir ku çalakiyên heyî encama êrîş û zextên desthilatdariyê ne û got: “Yekane riya welatekî demokratîk, aştiyane û bi edelet ji tifaqa demokrasiyê derbas dibe.”
 
Melîk Bulu yê AKP’î wekî qeyûm rektor tayînê Zanîngeha Bogazîçî hat kirin û piştî vê xwendekaran çalakî dan destpêkirin, ji 4’ê Çile de çalakî didomin. Van çalakiyan li Enqere û Stenbolê piştgiriyek mezin dît û gelek xwendekar tevlî bûn. Gelek xwendekar di çalakiyan de polîsan êrîşî wan kir û hatin binçavkirin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum der barê çalakiyan de nirxandin kir.
 
‘Zext rê li ber bertek û refleksan vedike’
 
Zuleyhayê Tirkiye wek ‘komara qeyûm’ bi nav kir û got bi van polîtîkayan îradeya gel tune tê hesibandin û wiha pê de çû: “Qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê jî bûn.Yanî Tirkiye ne bi kesên hatin hilbijartin, bi qeyûman tê birêvebirin. Hiqûq jî ji holê hatiye rakirin. Her tim bi rejîma yek kesî tê birêvebirin.Li zanîngeha hilbijartina rektor girêdayê serokomare û hilbijartineke rektor ya ku tu îradeya pêkhateya tune ket dewrê. Li Tirkiyeyê tesîsa rejîma otorîter heye. Em behsa hawirek zextxwir dikin. Ev jî bi civakê re rê li ber bertek û refleksan vedike.”
 
Zuleyhayê destnîşan kir ku berteka li dijî tayînkirina rektor tê nîşandan encama zexta heyî ye û ev li dijî derbasbûna dijdemokratîkbûnê ye. Zuleyhayê wiha berdewam kir: “Bertekên li Bogazîçî destpêkirin li hemû zanîngehan belav bûn. Li dijî rektorên hatine tayînkirin ev bertek tên nîşandan. Rektorê hatiye tayînkirin tenê zanîngehan eleqeder nake.Ev parçeyek lîstika rejîma otorîter e. Ev rewş li hemû civakê belav bûye û ji ber vê jî muxalefeta civakî bertek nîşan da. Desthilatdarî hewl dide zanîngehan veguhere qadên xwe. YOK bi darbeya 12’ê îlonê anîn. Gelek desthilatdariyan soz dan ku wê rakirin lê tu tiştek nekirin. Di serê mijarên ku divê bê nîqaşkirin de YOK tê. YOK sazbûneke ku demokratîkbûn, xweserbûna zanîngehan ji holê radike ye.”
 
‘Ev bertekek li hember rejîma otorîter bû jî’
 
Zuleyhayê destnîşan kir ku bi OHAL’ê re bi KHK’ê hatin derxistin gelek akademîsyen hatin îxrackirin, xwendekar ji dibistanê hatin avêtin û van pêkanînan zanîngeh kirin hawirên zextê. Zuleyhayê got: “Bertekên li Bogazîçî ne tenê li dijî rektor bûn di heman demê de bertekên li dijî hawira zextê û rejîma otorîter bû. Refleksa xwendekaran a di vê mijarê de xurt bû, bi biryar bûn û hîna didomin. Zextên tên kirin nîşaneya tirsa desthilatdariyê ye. Piştî bertekên muxalefetê xwendekar hatin berdan lê heman şevê polîsan bi ser mala gelek xwendekaran de girtin û dîmenên wê serwîskirin. Ev jî bi armanca bi civakê re tirsê ava bikin hatin kirin.”
 
‘Desthilatdarî neçar ma vekişe’
 
Zuleyhayê ev tişt daxuyand: “Di pêvajoya binçavkirinê de bi taybet şîdeta zayendî ya li hember LGBTÎ derket holê.Ev şîdet jî bi armanca çavtirsandinê hat kirin. Ev pêkanîn ne tenê ji bo xwendekaran tehdîde, ji bo hemû civakê tehdîdê ava dike. Lê ligel vê seknek bi biryar hebû. Desthilatdarî neçar ma li dijî vê seknê xwe şûnde bide alî. Desthilatdarî her ku hêza xwe winda dike êrîşê civakê dike, zextan zêde dike û hewl dide civakê bêdeng bike. Hewl dide ji xwe re mekanîzmayên erêkirinê ava bike. Ji ber vê em bi zextên mezin re rû bi rûne. Ji ber desthilatdariyê pêvajoya pandemiyê jî nikarî bi rêve bibe gel bi xizanî û betaliyê re hat rû hev.”
 
‘Hewcedarî bi xurtbûna piştevaniyê heye’
 
Zuleyhayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê têbikoşin û diyar kir ku hewcedarî bi xurtkirina piştevanyeke mzin heye û got: “Yekane riya welatekî demokratîk, aştiyane û bi edelet ji tifaqa demokrasiyê derbas dibe.”