Ji jinan peyam: Melek ne bi tenê ye

  • 09:04 18 Çile 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku girtina Melek Îpek, dibe sedema pêşîgirtina bikaranîna mafê wê yê parastina cewherî û diyar kirin ku divê Peymana Stenbolê pêk bê û Melek bê berdan.
 
Li navçeya Doşemealti ya Antalyayê jina bi navê Melek Îpek li hember mêrê bi navê Ramazan Îpek ku îşkenca sîstematîk lê dikir, mafê xwe yê parastina cewherî bikaranî û kuşt. Melek Îpek bi awayekî dij Peymana Stenbolê, beyî ku piştgiriyek psîkolojîk bigire û birîndar hat girtin. Bertekên jinan li dijî vê her diçe mezin dibin. Jinan diyarkirin ku parvekirina wêneyên Melek Îpek yên ku îşkencê bi aşkera nîşan dide jî Melekê bê hêz nîşan dide û gotin ji weşandina kite kiteyên bûyerê jî bi fikar in.
 
Ji bilî xwe parastinê wekê din çareya wê tunebû
 
Kedkara malê Menşure Alca wiha got: “Em girtina Melekê qebûl nakin. Ji bilî parastinê wêdetir çareya wê tunebû. Bawer dikim ez bûma min ê jî wisa bikira. Di vê civakê de ger mêran cezayên pêwist bigirta wê ev wisa hêsan nehatiba dîtin û wê mêran wisa nekira. Ev jî tê wateya ku jin biçûk tên dîtin.”
 
‘Çapemenî zû dide jibîrkirin’
 
Neşe Demîrcî ya zanîngeh qedandiye û betale jî ev tişt anî ziman: “Bila Melek bizanebe ku gelê Tirkiyeyê li pişt wê ye. Îşkenceyek li pêş zarokên wê lê hatiye kirinê heye. Mixabin di demên dawî de tiştên wisa zêde tên jiyîn. Divê em pêşî li vê bigirin. Ji bo vê divê jin bêdeng nemînin. Çapemenî vê zû dide jibîrkirin. Lê divê em ji bîr nekin. Divê mêr jî piştgiriyê bidin. divê bê zanîn ku jin jî azad in. Zarokên Melekê hene û li ber çavê wan dayika wan hat îşkencekirin. Divê Melek di çapemeniyê de bi vê rewşê neyê parvekirin, bê hêz tê dîtin. Divê wêneyên xurt yên saxlem bên nîşandan. Li şûna jina îşkence dîtiye divê jina serbilind nîşan bidin."
 
'Hejmara mêran di darazêde zêde ye'
 
Xwendekara zanîngehê Ece Tanirsev wiha got: “Di darazêde mêr zêde ne. Em girtina Melekê rast nabînin. Sedemên ku ew kiriye vê rewşê divê li ber çavan bên girtin. Jin xwe di ewlehiyê de nabînin. Asta perwerda me çi dibe bila bibe em bi fikarin û em dizanin ku em wek mêran nayên darizandin.”
 
'Çapemenî me dike fikaran'
 
Naîme Ceylan a teqawît jî destnîşan kir ku li gorî qanûnê divê ewil jin di alî psîkolojîk de piştgiriyê bigire û piştre kar û barê qanûnî bê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di alî psîkolojiya zarokên wê de, nîşandana dayika wan a di TV de ne rast e. Divê hinek tişt berfirehî neyên dayîn. Piştre ger jin bixwaze dikare bi çapemeniyê re hevdîtinê bike. Bêyî daxwaza wê nîşandana vê ne rast e. Divê kite kiteyên bûyerê nehata dayîn.”
 
Şanoger Medîne Çam jî bi lêv kir ku di demên dawî de şîdet zêde bûye û ev tişt daxuyand: “Di çapemeniyê de nûçeyên kuştina jinan zêde bûne. Jinên wek Melek û Nevînê ji ber parastina cewherî pêk anîn tên girtin. Ev ne sûc e. Ev xweparastin e. Ger Melek bihata kuştin wê çi bibûya em nizanin. Li dijî şîdeta li ser jinê cezayên bi bandor tune ne. Mêr dizanin ku cezayek bi bandor tune ye û vî sûcî didomînin.Ger Peymana Stenbolê pêk bihata wê Melekê ev kes nekuştiba. Gumanbarê Aleyna Çakir ji bikaranîna hişbirê hat girtin. Gelek kujerên jinan nayên girtin. Gumanbarê Gulîstan Doku nehat darizandin. Peywira dewletê ev e ku van kesan darizîne.”
 
‘Divê Peymana Stenbolê pêk bê’
 
Psîkolog Yaren Çetîn jî anî ziman ku ew wek jin û psîkologekê heta dawî Peymana Stenbolê diparêze û got ne tenê bi qanûnan di vê pêk bê û li ser gotinê nemîne.
 
Fatma Akkaya jî wiha got: “Divê Melek nehatiba girtin. Ewil ji bo wê piştgiriya psîkolojîk pêwist e. Divê dawî îfadeya wê bihata girtin. Ger di dema wê de polîsan her tişt bişopanda wê wisa nebûya. Bila jin ji bo Melekê dakevin qadan.”