'Dayikên xwarin çêdikirin perçeyekî ji berxwedanê bûn'

  • 09:01 18 Çile 2021
  • Rojane
Ferîda Zade
 
ŞEHBA - Yek ji jinên perçeyek ji têkoşîna Berxwedana Serdemê Xaliye Mihemed a ku xwarin ji têkoşeran amade dikir da zanîn ku berxwedanake dîrokî li Efrînê hat jiyîn û wiha got:"Dayikên ku xwarin amade dikirin bi rojan nediçûn malê ji ber hêviyên wan ên serkeftinê ji her tiştî bi qiymetir bûn."
 
Di 20'ê çileya 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê bi 72 balafirên şer êrîş birin herêma Efrînê û di encama êrîşan de bi hezaran mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran ji wan koçî Kantona Şehbayê bûn. Ruxmê ewqas êrîşan şêniyên Efrînê soza domandina berxwedanê li dijî êrîşan dan û 58 rojan berxwedanek bi destanî nîşanî tevahî cîhanê dan. Ji zarokên 7 salî heta mirovên 70 salî cihê xwe di wê berxwedanê de girtin. Dayikên berxwedêr ji bo ku piştgiriya zarokên xwe bikin di êniyên şer de xwarin ji wan re di bin top û tifengan de amade dikirin. Di derbarê kêliyên di Berxwedana Serdemê de hatine jiyîn, Xaliye Mihemed ku cihê xwe di amadekirina xwarinê de girtibû nêrîna xwe bi me re parve kir.
 
'Dayikên xwarin çêdikirin perçeyekî ji berxwedanê bûn'
 
Xaliyeyê jinên ku cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girtibûn û dilşadiyek mezin xwarin ji zarokên xwe re amade dikirin wiha anî ser ziman: "Dewleta tirk û hevkarên wê di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî Herêma Efrînê kirin. Bi êrîşan re şêniyên Efrînê jî dest bi berxwedanek destanî kirin û biryara domandina berxwedanê li kêleka zarokên xwe dan. Dayikên temenmezin di bin top û tifingan de ji şervanên xwe re xwarin amade dikirin û di berxwedana 58 rojan de şervanên me bê xwarin neman. Bi amadekirina xwarinan dayikan hêz û moral didan şervanên xwe û di heman demê de ew dayik jî ji ber ku di wê berxwedanê de xwarin çêdikir wan jî hêzeke mezin digirt. Dayikên ku xwarin amade dikirin bi rojan nediçûn malê ji ber hêviyên wan ên serkeftinê ji her tiştî bi qiymetir bûn. Dayikên xwarin çêdikirin perçeyekî ji berxwedanê bûn. Li her derê Rojavayê Kurdistanê şênî weke mertalên zindî diherikîn herêma Efrînê, ev yek jî yekîtiya gelan nîşan dida."
 
'Di her kêliyekê de berxwedan hebû'
 
Xaliyeyê diyar kir ku ruxmê êrîşek hovane li Efrînê hebû, lê jinan 8'ê Adarê di nava wê çembera agir de pîroz kirine û wiha qal kir: "Mirov çiqas behsa wan rojan bike jî têr nake, ji ber di her kêliyekê de berxwedanek bi nav û deng hebû. Hemû şênî bûbûn yek û li dijî êrîşan ji her aliyê ve têkoşîn dikir. Tevgera Kevana Zêrîn jî bi hunera xwe reng dida gel û nedihişt ku moralê gel bikeve. Di nava wî şerî de 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran jinan hat pîrozkirin. Ev yek jî dide xuyakirin ku tu carî êrîş û dagirkerî li pêşiya çalakiyên gel nabin bend. Bi pêşengtiya Tevgera Çand û Hunerê gelek kilîp di nava şer de hat çêkirin û berxwedana Serdemê di her kêliyê de dihat jiyîn. Me bi hunera xwe Berxwedana Serdemê di nava cîhanê de bi nav û deng kir. Her wiha di her kolanek Efrînê de çalakiyên zindî yên hunerê dihatin pêşkêşkirin, ev yek jî cihê morel û hêzê bû."
 
'Berxwedanek dîrokî li Efrînê hat jiyîn'
 
Xaliyeyê da zanîn ku çiqas êşên şer hebe jî berxwedan ji her tiştî bi qiymettir bû, bi tiliyên serkeftinê şêniyan berxwedana xwe nîşan didan û got: "Me di her kolanek Efrînê de dirûşmên serkeftinê berz dikir. Mirovên temenmezin yên ku nedikarîn tevlî şer bibin bi tiliyên xwe serkeftina berxwedanê nîşan didan û piştgiriya şervanên xwe dikirin. Pêkhateyên ku li Efrînê dijiyan xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiribûn û xweseriya xwe ava kiribûn. Hemû pêkhateyan cihê xwe di hemû sazî û dezgehan de digirtin û xwe bi xwe bi rê ve dibirin. Berxwedanek dîrokî li Efrînê hat jiyîn û li tevahî cîhanê deng veda. Berxwedana gel ji şer mezintir bû û niha em bi rihê Berxwedana Serdemê di kampên koçberan de li ber xwe didin û berxwedana xwe mezin dikin."