Ciwanên şoreşger çalakiya xwe ya piştevaniyê didomînin

  • 14:19 17 Çile 2021
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwan ên Şoreşger çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku ji bo piştgiriya berxwedana zîndanan û rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di roja 6’emîn de dewam dikin.
 
Bi armanca piştgiriya berxwedana zindanan a çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li zindanan hatiye destpêkirin, Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger di 12’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ciwanan di roja 6’emîn de berdewam e. Konê çalakiyê li parka navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) a li taxa Siyahî bajarê Qamişloyê hatiye vedan. Di roja 6’emîn de Meclîsa Navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê serdana konê çalakiyê kir.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Buşra Ebd-El baqî axivî.
 
Buşra berxwedanan zîndanan silav kir, çalakiya ciwanan pîroz kir û ev tişt got: ”Ji 27’ê Mijdara 2020’î de girtiyên siyasî yên kurd di zîndanên dewleta tirk a faşîzt de di gerva birçîbûnê de li ber xwe didin. Ji bo rakirina tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan em hemû di nava têkoşînê de ne ku ev jî yek ji armancên esasî yên girtiyan e. Em jî weke piştgir ji vê berxwedan pîroz re amade ne ku heta dawiyê di nava çalakiyan de bin. Em ê serkeftinê misoger bikin bi Rêber Apo re azad bijîn.”
 
Paşê li dengê girtiyên siyasî ên di girtîgehên dewleta tirk de hate guhdarkirin û soza bilindkirina têkoşînê hate dayin. Çalakî didome.