Jinan qonaxa duyem a hemleya xwe dan destpêkirin

  • 13:51 17 Çile 2021
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanca qonaxa duyem a hemleya xwe ya li dijî kiryarên dagirkeran di derbarê jinan de bi daxuyaniyekê ragihandin.
 
Rêxistinên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî xebateke têr û tijî ku di qonqxa yekem de ji hemleya “Na ji qirkirin û dagirkeriyê re, em ê jin û jiyanê biparêzin” dane meşandin, îro jî armanca qonaxa duyem a hemleyaaxwe bi daxuyaniyekê ragihandin. Qonaxa duyem a hemleyê îro di 17’ê Çileyê de dest pê dike û heta 17’ê Nîsana 2021’ê dê berdewam bike. Herwiha  30 rêxistin û tevgreyên jinan  cihê xwe di nav hemleyê de digirin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Mirov ji malzaroka jinê diafire û bi vê afirandinê re xweza û kaniya jiyanê berdewam dibe. Jinan bi avabûna civakan re xwestin jiyaneke azad û bi rûmet bijîn.  Ji ber ku dema sîstema jiyanê temam bû de bi pêşengtiya jinan mirovahî heta qonaxeke dirêj rehet jiya. Lê belê ev sîstema jinê bi destê polîtîkayên qirêj, zîhniyetên desthilatdar hate dizîn. Tevî wê jî jinan gelek taybetmendî û rêgezên xwe yên exlaqî parastin û kirin mîras ku ji nifşekî derbasî nifşekî din bibin û ev mîras heta roja me ya îro hatiye. 
 
Jinan bi Şoreşa Rojava re pêşengtî kirin destên xwe
 
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dîsa ev rola pêşengtiyê xiste destê jinê, pêre jî jin xwedî li mîrasa xwe derket û civak ji tehlûkeyê parast.   Jinan mekenîzmeya xwe sererast kirin û ji zîhniyeta desthilatdar rizgar kirin. Jin îro xulamtiyê ji kesî re nakin û li dijî hemû sîstemên ku pergala wê hedef digirin têdikoşin. Guhertinên ku îro li ser erde bi xwe re anîne mînakên serkeftina jinan didin nişandan. Têkildarî mijarê, ji bo destekdayin û parastina jinan ji hemû kiryarên qirkirinê û dagirkeriyê em hemleya xwe ya duyem bi dirûşma “Na ji qirkirin û dagirkeriyê re, em ê jin û jiyanê biparêzin” didin destpêkirin. Armanca me ew e ku em  têkoşînê li dijî zîhniyetên serwer bidin û her wiha jinan biparêzin û rêgezên mirovahiyê ji qirkirinê rizgar bikin. Em ê doza jinan biparêzin û serkeftinê misoger bikin.
 
Qonaxa me ya duyem a  kampaniyê îro di 17’ê Çileyê de destpê dike û heta 17’ê NîsanA 2021’ê wê berdewam bike. Bi bernameyeke berfireh û bi tevlîbûna 30 rêxistin û tevgerên jinan em ê çalakiyên xwe li dar bixin.”