Jinên Ciwan: Em ê xwedîderketina li berxwedana zindanan bidomînin

  • 13:29 17 Çile 2021
  • Rojane
 
HESEKÊ - Jinên Ciwan destnîşan kirin ku ew ê xwedîderketina li berxwedana zindanan bidomînin û dê heta rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têbikoşin.
 
Çalakiyên konvedanê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Hesekê û Yekitiya Jinên Ciwan li dar xistine, di roja 6’an de berdewam dikin.  Çalakî ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ku ji 27'ê Mijdarê ve, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, tê lidarxistin. 
 
Di roja 6'an a çalakiyan de, bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Sûriyan, Meclisa Ermenî û gelek ji saziyên sivîl serdana konê çalakiyan ku li ber Dêra Aşûriyan a taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê hatiye vedan, kirin. Kesên piştgirî dan çalakiyê banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şermezarkirina sûcên dewleta tirk ên li dijî girtiyên siyasî, bilindkirina têkoşîn û piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê kirin û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanan hatibû hildan. Jinên Ciwan yên ku beşdarî çalakiya konvedanê bûne nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Zindana faşîzmê veguherî qada berxwedanê'
 
Endama Rêvebereriya Tevgera Ciwanên Şoreşger Leyla Şîlan, diyar kir ku armanca wan ji çalakiyê ew e ku têkoşîna li hember dijmin mezin bikin, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin û wiha berdewam kir: "Em ê têkoşînê li hember dijminê ku bi her şêweyî dixwaze roja me tarî bike û vîna me têk bibe, bilind bikin.  Zindana faşîzmê îro veguheriye qada berxwedanê, her kes hêza xwe jê digre û piştevaniya wê dike. Xeta berxwedanê bi piştevanî û yekîtiya jinên Ciwan dê biser bikeve."
 
'Ji bo rizgariya Rêber Apo têbikoşin'
 
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê, Hêvîn Hemo jî teqez kir ku ew ê çalakiyên cur be cur ji bo piştevaniya berxwedana zîndanan li dar bixînin û wiha pê de çû: "Rêber Apo dibêje 'me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi serkevin'. Em ê weke jinên ciwan ji bo rizgariya Rêber Apo heta dawiyê têbikoşin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya fikir û ramanên Rêber Apo gihîştin azadiyê. Em bang li tevahî jinan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan bin."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakiya konê piştevaniya berxwedana zindanan dê sibe bi meşek girseyî  bi dawî bibe.