Li kesên tevli meşa li dijî şîdetê bûn cezayê girtîgehê hat birîn

  • 12:48 17 Çile 2021
  • Rojane
BEDLÎS - Li 24 kesên li Bedlîsê, şîdesta li ser jinê şermezar kirin bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê hat birîn.  
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bedlîsê, bi armanca şermezarkirina şîdeta li ser jinê şermezar bike meşek li dar xistibû. Piştî meşê derbarê 24 kesan de doz hatibû vekirin. Piştî 4 salan di dozê de biryar hat dayîn û cezayê girtîgehê li 24 kesan hat birîn. 
 
Meş di 6'ê Çileya 2016'an de hatibû lidarxistin û derbarê Hevşaredarê Tetwanê yê berê Abdullah Ok, Hevşaredara Motkî ya berê Esma Gumuş, Hevserokê DBP'ê yê bajêr ê berê Enver Barîn jî di nav de doz li 24 kesan hatibû vekirin. Ji bo 24 kesan, her  yek salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birin. Cezayê li 24 kesan hat birîn, hat taloqkirin.