Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê koma 16 dewr girt

  • 10:32 17 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin,îro  ji hêla koma 16’emîn ve hat dewirgirtin. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê ji koma 15’emîn hat dewergitin û koma 16'emîn dest bi çalakiyê kir. 
 
Çalakvanên koma 15’emîn di merasîma dewerkirinê de wiha gotin: “ Heta ku Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad nebe wê çalakiyên me berdewamm bikin.”
 
Merasîm bi duruşma “Bijî Serok Apo” , “Bijî Berxwedana Zîndanan” bi dawî bû.