Jinên kedkarên malê: Dewlet nizane em çawa dijîn

  • 09:05 17 Çile 2021
  • Rojane
WAN - Jinên Kedkarên malê diyar kirin ku li dijî krîza aborî ya her diçe giran dibe divê desthilatdarî demildest bê guhertin û gotin: “Em zeytûnan digirin penîr tune ye, em penîr digirin nan tune ye. Dewlet nizane ku ka em çawa dijîn.”
 
Ji ber Vîrusa Koronayê krîza aborî ya heyî her çû giran bû û bandorek mezin li ser gel kir. Bi sedan esnafî neçar man dikanên xwe bigirin. Jinên ku nikarin nan bibin mala xwe û betal in jî zêdetir ji krîzê bi bandor bûn. Di pêvajoya pandemiyê de ji bo jinên kedkarên malê tu fona alîkariyê nehat dayîn û zema ku roj bi roj tê kirin jî gel zêdetir ber bi xizaniyê ve bir.
 
‘Sal bi sal xerabtir dibe’
 
Ayşe Demîr a ji ber polîtîkayên dewletê ji Çelê ya Colemêrgê koçî Wanê kir, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de ji bo her tiştî zem hatiye kirin û got: “Dewlet zilmê li me dike. Em tenê mafê xwe dixwazin. Li her derê cîhanê mirov xwedî maf in. Lê em ne xwedî maf in. Em tenê jiyanek baş dixwazin. Vê dewletê em rezîl kir. 18 sale ev desthilatdarî tenê xerabiyê li me dike. Em jiyanek wekhev dixwazin. Lê sal bi sal xerabtir dibe. Roj bi roj krîz giran dibe. Em ji gundên xwe hatin van deran. Ne erseyek me heye ne karekî me heye. Gelo em ê çi bidin zarokên xwe? Em ê çi bikin? Me axa xwe hişt û em hatin vir. Li gund sewalên me hebûn, axa me hebû. Jiyana me xweş bû.”
 
‘Dewlet nizane em çi dijîn’
 
Fatma Duman jî bertek nîşanê krîza aborî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwarina gel a êvarê tune ku bixwin. Gelo dewlet dizane ku ez li mala xwe birçîme? Ka pirsiye? Dewlet nizane ka em têr in an birçî. Ez nikarim fatura ceyranê bidim. Ez xurek bigirim an fatureyan bidim. Em nikarin xurekan bigirin. Jiyana me bi zor û zehmet derbas dibe. Em du kesin wisa zehmetiyê dikşînin. Lê yên din. Gelo yên xwedî zarok çi dikin? 18 sale vê dewletê ji bo me tiştek nekir. Yek TL neda me. Her tiştî em ji bêrîka xwe didin. Em ê çawa bijîn. Em nan digirin zeytûn tune ye em wê digirin penîr tune ye.”
 
‘Berê me karîbû bigirin lê niha em nikarin’
 
Meryem Duman daxuyakirin ku ji xwe krîz heye û hîna jî roj bi roj zem tên kirin û wiha pê de çû: “Fatura ceyranê pir tê. Lê ez evqas naşewitînim. Hevjînê min naxebite. 5 zarokên min hene. Em di alî xwarinê de jî îdare dikin. Dewletê bo Kurdan tiştek nekir. Berê qe nebûya min dikaribû tiştekî bigirim. Niha nikarim bigirim.”
 
‘Em hemû perîşan bûne’
 
Makbule Denîz jî bi lêv kir ku bi krîzê re betalî jî zêde bûye û ji ber vê hevjînê wê naxebite û wiha dawî lê anî: “Em hemû perîşan bûne. Ji ber kar tune em nikarin tiştekî bigirin. Dewlet tu alîkariyê nake. Ev 18 sale me ji dewletê tu piştgirî nedît. Em dixwazin ev hikûmet biguhere.”