Li dijî ambargoya li ser Şehbayê çalakî hat lidarxistin
- 17:29 16 Çile 2021
- Rojane
ŞEHBA - Li dijî girtina rêya li ser Şehbayê û ferzkirina amborgoyan ji aliyê Rejîma Sûrî ku alozeke jiyanî bi xwe re diya avakirin, şêniyên Efrîn û Şehbayê li pêşiya baregeha Rûsiyayê çalakî li dar xistin.
Rejîma Sûriyê ev demeke rêkên bazirganî û derbasbûna pêdîviyên gel girtiye. Her wiha derbasbûna madeya weke mazot, ard û gaz li Şehbayê qedexe dike. Li hember van amborgoyên ku Rejîma Sûrî li ser gelê koçber ferz dike, şêniyên Efrîn û Şehbayê li gundê Wehşiye ya Kantona Şehbayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de bi hezaran mirov beşdar bûn, her wiha pankartên ku daxwaza vekirina rê û şermezarkirina kiryarên li dijî jiyana gelê herêmê, hatin hildan. Çalakvan ji destpêka gundê Wehşiyê heya paregeha Rûsiyayê meşiyan û li wir çalakvana daxwazên xwe pêşkêş kirin.
Paşê şandeyek ji nûnerên Efrîn û Şehbayê derbasî baragehê bûn û hevdîtin bi hêzên Rûsî re çêkirin. Şandeya ku derbas bû ragihandin ku hêzên Rûsî soz dane wan xwestekên wan bi cih bînin û rêka bazirganiyê vekin.
Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.