'Kongreya Star nasnameya me ye'

  • 16:34 16 Çile 2021
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
EYN ÎSA - Jinên ji pêkhateyên cuda yên Kantona Girê Spî û navçeyên wê bi weslîeya salvegera damezrandina Kongreya Star diyarin kirin ku Kongreya Star nasnameya tevahî jinan e.
 
Jinên Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa yê 16'mîn salvegera damezrandina Kongreya Star li bajarokê El-Hîşa pîroz kirin. Jinên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn ji ajansa me re nêrîn û hestên xwe anîn ziman.
 
'Em ê tola jinan hilînin'
 
Endama Kongreya Star ya bajarokê El-Hîşe Kefa El-Ebdo bal kişand ser êrişên dewleta tirk û wiha got: "Tevî hemû gefên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê em xebatên xwe didin meşandin. Dewleta tirk û çeteyên wê di her fersendê de jinan hedef digire, ji ber vê em ê tola tevahî jinan hilînin. Her wiha pêşengiya rizgarkirina axa xwe û têkbirina dagirkeriyê bikin."
 
'Em ê bê navber têbikoşin'
 
Endama Meclîsa Kantona Girê Spî Fadya Şerîf Xelîl wiha axivî: "Me bi riya Kongreya Star rastî, dîrok û mafê xwe nas kir. Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em weke jin di bin sîwana Kongreya Star de ji tarîtiyê ber ronahiyê ve diherikin. Em weke koçberên ji Kantona Girê Spî, em ê bê navber têkoşînê bidin meşandin û em nahêlin ku dagirkerî li pêşiya me bibe asteng."
 
'Kongreya Star ronahiya ber bi azadiyê ve ye'
 
Jina bi navê Wefa Başa diyar ku ew Kongreya Star perçeyekî ji xwe dibîne û wiha got: "Kongreya Star di nava civaka zayendperest, paşverû û serdest de ji tevahî jinan re ronahiya ber bi azadiyê ve ye. Di roja îro de Kongreya Star nasnameya bi hezaran jinên ji pêkhateyên cuda ye, ez weke jineke Çerkez Kongreya Star perçeyek ji xwe dibînim, nûnertiya hebûn û nasnameya min dike. Ev gavên mezin û serkeftî bandora xwe li jinên Rojhilata Navîn û cîhanê kir."