Ciwanan bi meşekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 16:20 16 Çile 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Ciwanên Partiya Sûriya Pêşeroj ya herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê bi meşek girseyî şermezar kirin. 
 
Bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re, na ji dijmin re, bi ruhê şehîdan em ê bi ser kevin" li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yê li ser navçeya Eyn Îsayê, îro bi pêşengtiya  Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê, bi beşdarbûna Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera  Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê bi meşekê êrîş şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Şehîdên Partiya Sûriya Pêşeroj, alên Partiya Sûriya Pêşeroj, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyeyê, Kongreya Star û pankarta bi nivîsa "Pêşeroja welat ciwan in, pêşeroja ciwanan jî welat e", hatibûn hildan. Meş ji destpêka bajarokê Sirînê dest pê kir û li pêşiya navenda şaredariya Sirînê bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne QSD" û "Yeke yeke gelê Sûriyê yeke" hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî ji aliyê berpirsê bureya Ciwanên Partiya Sûriya Pêşeroj ya herêma Firatê Lawîn Derwîş ve  hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Li bajarokê Sirînê em berxwedaniya QSD'ê li navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê silav dikin. Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsa û herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne ya yekemîne  û ne ya dawiyê ye. Armanca van êrîşan ku destkeftiyên şoreşê têk bibin û pirojeya neteweya demokratîk vala derbixînin. Ev hemû destkeftî bi saya şehîdên têkoşer û berxwedêr hatine destgirtin. Dewleta tirk bi van êrîşên xwe nikare herêmên me dagir bike, ji ber bi hezaran şehîd hatine dayîn û hîna jî tên dayîn. Bi saya têkoşîna ku niha QSD li dijî wan dide meşandin wê pirojeya osmanî bi ser nekeve. Aloziya ku hatiye destpêkirin her dewletek li gor berjewendiyên xwe tev digerin û hemû qad bûne qadên siyasî. Ruxmî wê jî heya niha di nava vî şerî de, tu kesî ji bo gelê Sûriyeyê tiştek an jî pêşerojeke ji zarokên Sûriyeyê ava nekirin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re", "Na ji dijminahiya dewleta tirk re", "Teqez em ê bi ser kevin" û "Bijî netewa gelan" bi dawî bû.