Fîgen Yuksekdag: Binçavkirin nikare meşa hêviyê rawestîne

  • 15:35 16 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin, peyama piştevaniyê ji endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) re şand. Fîgenê di peyama xwe de got binçavkirin nikare meşa hêviyê rawestîne.
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê girtî tê darizandin, peyama piştevaniyê ji endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) re şand. Piştî Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş  jî di navde 51 kes hatin binçavkirin, Fîgenê peyama piştevaniyê şand. Fîgenê, li ser hesabê twitterê anî ziman ku serdegirtina polîsan a li dijî ESP'ê û binçavkirina rêveberan nikare meşa hêviyê rawestîne. Fîgenê xwest li Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û hemû endamên ESP'ê xwedi derkevin û piştevaniyê xurt bikin.