Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 30’an de berdewam dike

  • 15:17 16 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştarê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên di zindanan hatî destpêkirin, bi koma 15’an di roja 30'an de berdewam dike.
 
Di 27’ê mijdarê de girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û heremê li dijî tecrîda girankirî ya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştarê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan greva birçîbûnê ya ku hat destpêkirin, bi koma 15’an di roja 30’an de berdewam dike. 
 
Çalakvana bi navê Zilan Şen axivi û got: “Di serî de em ji hevalên girtîgehê re serkeftinê dixwazin. Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku em êdî rêbertiya xwe azad bibînin. Her wiha ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku rabin ser xwe û xwedî li Rêber Apo derbikevin.”
 
Tendirustiya çalakvanan her roj ji aliyê Saziya Tendirûstiyê ya Wargehê ve tê şopandin û her wiha çalakî her roj ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin.