Li Eyn Îsayê salvegera damezrandina Kongreya Star hat pîrozkirin

  • 14:39 16 Çile 2021
  • Rojane
EYN ÎSA - Jinên Kantona Girê Spî û Navçeya Eyn Îsayê 16'emîn salvegera Rêxstina Kongreya Star bi şahiyekê pîroz kirin. 
 
Bi wesîleya 16'emîn salvegera damezrandina Rêxstina Kongreya Star, Kongreya Star a Kantona Girê Spî ya dagirkirî li dibistana bajarokê El-Hîşa şahiyek li dar xistin. Dibistan bi alên Kongreya Star, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên komkujiya Helincê û pankartên bi nivîsa "Jin jiyan azadî","Li dijî dagirî û qirikirinê em ê jin û jiyanê biparêzin" hatibû xemiland. Di şahiyê de şêniyên Kantona Girê Spî, navçeya Eyn Îsayê, Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, Meclîsa Kantona Girê Spî û rêxistinên civakî beşdar bûn. 
 
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Girê Spî Xilûd Cedû axivî.
 
Xilûdê di destpêkê de salvegera Kongreya Star li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Di dirêjahiya dîrokê de û di encama zîhniyeta mêrê serdest de jin rastî hemû cureyên tundiyê hatiye. Lê di van salên dawî de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew hişmendiya ku tenê jin weke zayenda xizmetkar tê dîtin, şikandin. Rêxistina Kongreya Star di van 16 salan de dikaribû bi têkoşînek xurt vîn, hêz û nasnameya jinan a derxîne pêş."
 
Xilûdê bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di pêşketinên jinê de û wiha pê de çû: "Di serî de em vê rojê li Rêber Apo pîroz dikin. Felsefeya Rêber Apo çavkaniya rêxisitinbûyina me ye. Dewleta tirk ji vê hêza jinê ditirse, lewra Rêber Apo girtiye û têkoşerên me yên pêşeng wek Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl hedef girtin. Em weke Kongreya Star soza xwe ya guhertin û veguhertina civakê, avakirina civakeke demokratîk, azad û wekhev nû dikin."
 
Paşê jina ciwan Nêvîn Ehmed helbestek li ser berxwedana jinan pêkêş kir.
 
Di dawiyê de hunermend Mena Abdullah stranên gelêrî gotin.
 
Şahî bi gernadina govendê bi dawî bû.