'Ji bo rizgarkirina Efrînê heta dawiyê têbikoşin'

  • 14:24 16 Çile 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma "Soza me têkbirina faşîzmê û rizgakirina Efrînê ye"Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk ên 20'ê Çileya 2018'an ên li Efrînê şermezar kirin.
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê bi 72 balafirên şer êrîşî Efrînê kirin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên di sala 2018'an ên li ser Efrînê de, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê meşek girseyî li gundê Til Qirehê yê Kantona Şehbayê li dar xistin. Rêxistina Kongreya Star, Rêveberiya Xweser, Meclîsa Kantona Şehbayê û partiyên siyasî û nûnerên wan tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên Efrînê û pankartên bi nivîsa "An Efrîn an Efrîn" hatibû hildan.
 
'Li Efrînê kiryarên nemirovî tên jiyîn'  
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Cîgirê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Hesen Birko axivî. Hesen êrîşên dewleta tirk ên 20'ê Çileya 2018'an bi tundî şermezar kir û got: "Em êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Bi dagirkirina Efrînê re heta vê rojê kiryarên nemirovî li Efrînê tê jiyîn. Niha li Efrînê her roj kuştin, tecawizkirin, qetilkirin û guhertina demografîk pêk tê. Em li ser navê hemû malbatên şehîdan soz didin ku em ê bi ruhê têkoşina bi hezaran şehîdan Efrînê rizgar bikin."
 
'Şêniyên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin'
 
Hevseroka Desteya Aborî ya Şehbayê Hêvîn Reşîd dagirkirina herêma Efrînê şermezar kir û nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman: "Ev sê sal in Efrîna rengîn ji aliyê dewleta tirk faşîst  ve hatiye dagirkirin û hemû cîhanê jî dît ku dewleta tirk bi çi wehşetê Efrîn dagir kir, lê tevahî cîhan jî li hember vê rastiyê kor, ker û lal man. Bi hezaran şêniyên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin. Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê heta dawiyê têbikoşin û tola bi hezaran kesan ji dewleta tirk û hevkarên wê hilînin."
 
Meş bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.