Li Qamişloyê salvegera Kongreya Star hat pîrozkirin

  • 13:59 16 Çile 2021
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya 16’emîn salvegera damezrandina Rêxistina Kongreya Star, li bajarê Qamişloyê şahî hat lidarxistin.
 
Bi boneya salvegera 16’emîn a damezrandina Rêxistina Kongreya Star, jinên di nava xebatê Kongreya Star de li bajarê Qamişloyê şahiyek li darxistin. Şahî li hola Rewabî ya taxa Hilêliyê bi tevlîbûna endam û rêvebriyên Kongreya Star hate çêkirin. Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û wêneyên pakrewanên azadiyê hatibû xemilandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hate kirin.
 
‘Kongreya Star ji hemû jinan re bû sîwan’
 
Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Hindirîn Xelîl 16’emîn salvegera damezrandina Kongreya Star li hemû jinan pîroz kir û ev tişt got: ”Di serî de em salvegera Kongreya Star li rêhevalê jin, xwediyê fikir û ramanê azad li Rêber Apo pîroz dikin. Hemû jinên ku tevlî vê rêxistinê bûne xwedî dîrokeke tijî têkoşîn in. Bi pêşengtiya van jinan Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ser ket û êdî jin bêtir li pey azadiya xwe meşiyan. Helbet salvegera dîroka damezrandina wê jî ji bo me xwedî wateyeke bi nirx e. Di nava vê rêxistinê de jinan hebûna xwe mayinde kirin û mohra xwe li dîroka berxwedana jinê xistin.”
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.