Xizmên windayan Hrant Dînk bi bîr anîn

  • 13:15 16 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan di çalakiya xwe ya 623’yemîn de, rojnamegerê Ermenî Hrant Dînk ê di 19'ê Çileya 2007'an de hat qetilkirin bi bîr anîn. 
 
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya 623’yemîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser înternetê bi bernameya onlînê li dar xist. 
 
Di çalakiya vê heftê de, rojnamegerê Ermenî Hrant Dînk ê di 19’ê Çileya 2007’an de, hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Endama Komîsyona Windayan û Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Gurbet Yavûz, serpêhatiya jiyana Hrant xwend û bal kişand ser zextên li dijî rojnamegeran.
 
Gurbet, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi salane azadiya çapemeniyê tê astengkirin, sansur kirin û bi vî awayî mafê gelê agahî girtinê tê binpêkirin. Yavûz, rêbazên zextên li ser çapemeniyê bibîr xistin û wiha got: “Li gorî danayên sala 2020’an, Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê ya cîhanê de, di rêza 154’emîn a nava 180’î welatan de cih digire. Li Tirkiyeyê, heya roja îro 66 rojnameger hatin kuştin û 67 rojnameger jî di girtîgehan de tên girtin.”
 
Gurbet, çîroka rojnameger Hrant vegot û wiha bilêv kir: “Rojnameger Dînk ji ber ku aştiya di navbera gelên Tirkiyeyê de diparast hat qetilkirin. Dînk di konferanseke di sala 2002’yan a Rihayê de axivîbû û gotibû, ‘Ez ne Tirkim Tirkiyeyîme û Ermenîme.’ Ji ber vê yekê 3 salan hat darizan û dûre beraet kir. Dûre her tim qala bûyerên sala 1915’an ên bi serê gelê Ermenî hatibûn kir û nirxandina komkujiyêji bo van bûyeran dikir. Ji ber ku got, ‘komkujî ye’ hat hedefgirtin û qetilkirin.”  
  
Gurbet, destnîşan kir ku cînayeta Dînk, rewşa hiqûqa li Tirkiyeyê datîne  holê û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku bersûcên Dîng erkdarên çemawerî bûn, nehatin cezakirin û ji bo wan polîtîkayên ne cezakirin xistin pratîkê. Hîna ku bersûcên erkdarên çemawerî yên paye bilind tên parastin. Rastiya  hiqûqa Tirkiyeyê di dosyeya Dînk de carek din derdikeve holê. Ji bo ku bersûcên erkdarên çemawerî yên ewlekariyê bên cezakirin emê têkoşîna xwe ya edaletê dewam bikin. Rastiya  hiqûqa Tirkiyeyê di dosyeya Dînk de carek din derdikeve holê.”