46 roj in çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê didome

  • 10:11 16 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 46'yan de berdewam dike.
 
Çalakiya ku 46 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidîxanê hat destpêkirin. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. 
 
Xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.