Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 51'emîn de ne
- 09:09 16 Çile 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin koma 11'emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 51'emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin koma 11emîn dewr girt û çalakî ket roja 51’emîn.