'Êrîşên li dijî Eyn Îsayê, encamên hevpeymanên veşartî ne'

  • 09:07 16 Çile 2021
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Celîla Mele Elî teqez kir ku êrîşên li ser Eyn Îsayê komployek navneteweyî ya bi pêşengtiya Rûsyayê ye û wiha got: "Êrîşên ku li dijî Eyn Îsayê pêk tên, encamên hevpeymanên veşartî ne. Bi van hevpeymanan û komployê qirkirin û guhertina demografîk tên kirin û pergala Netewa Demokratîk hedef tê girtin."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsa, Til Temir û gundewarên wê berdewam dikin. Ev êrîş tevî peymanên agirbestê li pêş çavên garantorê herêmê Rûsyayê pêk tê û Rûsya bê deng e.Têkildarî vê mijarê Endama Rêvberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Celîla Mele Elî nêrîna xwe parve kir.
 
'Bi êrîşên li ser Eyn Îsayê tê xwestin herêm ji hev bê qutkirin'
 
Celîlayê diyar kir ku Eyn Îsa û Til Temir cihekî stratejik e û dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev qut bike û got: "Eyn Îsa navçeyeke stratejîk e û li ser rêya M4'ê ye. Ew navçe herêmên Firat û Cizirî bi hev ve girê dide, lewma dewleta tirk dixwaze dagir bike da ku herêm ji hev qut bibin. Di heman demê de dewleta tirk dixwaze desthildariya Osmanî zindî bike û Kurdan jî qir bike."
 
'Êrişên li dijî Eyn Îsayê lîstoka hêzên navneteweyî ye'
 
Celîlayê bal kişand ser rola neyînî ya Rûsyayê ku li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê bêdeng maye û wiha domand: "Di sala 2018'an de Rûsya bi hevkariya bi hikumeta Şamê û dewleta tirk re, Efrîn radestî çeteyên dewleta tirk a dagirker kir. Îro jî ew komplo li dijî gelê Eyn Îsayê tê meşandin. Bêdengiya Rûsyayê ya li hember êrîşan ji encamên hevpeymanên veşartî  û ne eşkere yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de pêk  tên. Ew dixwazin zextek li QSD'ê bikin û herêm teslîmî Rêjîma Sûriyeyê were kirin. Ev hemû jî  lîstokeke ku bi pilanên hêzên navneteweyî pêk tê."
 
'Berxwedan serkeftinê mîsoger dike'
 
Celîlayê da zanîn  ku herî dawî dewleta tirk noqteyên Rûsyayê ku li Til Temirê hatine bicihkirin hedef girtin û li hemberî wê jî Rûsya bêdengiya xwe parast û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em hewldanên dewleta tirk, Rûsya û hikûmeta Şamê yên li dijî herêmê baş dinasin. Li beramberî wê jî siyaseta me ya parastina xakê mafekî rewa ye û ji tevahî cîhanê re eşkere ye. Em bang li tevahî jinan dikin ku dakevin qadan û li hember êrîş û dagirkeriyê bêdeng nemînin. Me xeta berxwedanê hilbijartiye û bi yekîtiya pêkhateyên herêmê em ê bi ser bikevin."